Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Wexte Biryareki Bi Hevgirtine-A.Haydar Gürbüz

Min di heyata xweda pir dixast kû , ez rojekê  bi zımanê dayika  xwe Kurdî fîkr û ramane wxe bınivisim. Lı Dersim’e, lı gundî û bajare Kurdîstan’e dıni, dema zarokatiye mın, Çand û Kulture me, Bawerîya me, Zımane me hemu qedexe bu. Ji wi sebebî jı em mecbûr man kû, me dibistan û perverdeya xwe bi zımanê tırkî xelaskir.

Ali Haydar Gürbüz(arşiv)

 Ger hun "Qebul bikin anjî nekin"  “Be dıl anji bi dıl” “bi zordarî an jî ne zordarî”  rastîya me ewe kû; me zımane xwe  iro jebîr kır.Li nav male,  ji tirse mamosteya tirk, me netêwiri kû em bi pir û qalke xwe malpere wxe kurdî qezyan bikın. Mamosteye tırkan heta nav male me ketibun û , lı nav maleda ji “ bi kurdî xeberdayin” qedexe kiribu,  qedexe kirina ziman besnebu  bi ser da ji, li nav me bekçîyek tayîn dikir, ewjî ewar li  dora malan dıgeri û paşderi gudahrî dikir kû;  ke bi zimane kurdî qezikir gudahri dikir  nav digirt teda mamoste, mamostejî cezayek mezîn teda zaroken. Li hember wî asîmîlasyone sîpi denge kesî dernetîkevt. Bi ser da bav û qalke me ji digotin “ kero bi tirkî baş famkin bixunin kû hun bibne merî, ji ve heyata xelasbin” Me bi vî halî zarokatîya xwe derbas kir. Me -wekî bav û qalke me gotin-pir xend em çune fakûlten, ji ber kû em hini meri nebune aqle me hini nehatiye ser me bî ziman û çande xelke em xwe bi xwe nikarin heta paşî dune kanbikin hetakû em liser linge xwe nesekînîn welatekî serbuxe çe nekin em li hember devlete dune wekî merî dinî nabin nasname. 

Îro ew gotinan qalkê me kû te bîremin,ez pir bi hers dikevim û bixwe bixwe dihelim. Gava kû aqle min geşt û hate sere min, min fam kir kû zimanê me ,baverîya me,çand û kulture me nasname me kurdanê. Di dest meda li ser dîroka mê tiştek tune, em bi dîroka tirkî deravçî mezîn bun. Yunan û Ermenî(File) wekî dijmin bime dane hukirin, dî nav dîroka tirkî derawen pir mezîn hebun me caran fam netekir.Kurteçîroken me hatine jebîrkirin, Çîrok argumentekî rastîya Gelê. Me dîroka xwe çandê xwe di nav van  çîrokan bi dengê çirokbejan nasdikir hudikir.  Helbestê me qedexe bun helbestvanê me netikarin ji mera stranan û helbestan bejîn.

Dema kû çirokbej peyv didin ser peyvê an jî gotin li ser gotine, caran keseki dengê xwe dernedixist û  heta paşi pı heyecaneki xweş gudahrî dikir. “hebyek hebuye hebyek tunebîye.....” Ev dema kû te bîremin bi rasti ji dema kû pir xweşbû.Neha li ve çaxe çirokbej li nav me kişin, em li hember televîzyonan bi fîlmen deravçi û pêpas xwe dîxapînîn û wexte xwe bî kîmet telef dîkin.

Kilam û stranen kû me bi zarokatîye xwe gudahrî dikir bî roja îro hatine jebîrkirin, li gunde me stran pir tunebun. Klame kû pir û qale mê dîgoten kesî nîvîs nedikir, em li çanda kulture xwe, folklora xwe wxedî derneketîn, me hemu stranen bî rumet wenda kirin. Dîrokatîye mê dî nav çande me, klame me, folklore meda heyê. Em bi roja îroj jî li wan tişten bî rumetgîr xwedî dernakevîn. Ji ber kû Folklor neynika Serpehatîyê  cîvateke yê .Civat dikare gelek ruçik, alî û rengên peşketîna civatên di we neynîke da (ayna)bibine. Folklor,klam,stran û kurteçîrok û serpehatî bi taybetî pir dewlemend û rengîne mene.

Stran li naw jîyanê mîrov dermanekî nedîtîne.Civatekî be Stran,be Çand û Edebîyat bê nefes û be ruhê. Ji ber hertişti, bê Zimanê, qêre, gêje lalê,be kince bê wexarine,bê xarinê. Ji aliye dini, Çuyîna we rîyajî li paşîye, dil ji wenda buyune tiştek dini nine. Ji bo vanajî ez dixazim kû welate me bî çand û folklore me bî zimane me pir şîrîn û delali be. Ez dixazim kû gele me bî kincen rind û rengî bigerin, jîyana xwe bî rumetgîr, serbilind li nav hevalan xwe hogîran xwe berdewam bikin.

 Ji bereda heta neha li bın serdere Romi mafe gele me talan bun,  bı roja iroji gereki em lı hember sîyasetî dijmin hevdu qewîn bigrîn u li pişte hevdubin, dijmin hertiştek me li dest me girtiye,nanekî bi tisî zikê me ternake. Welatekî serbuxe û azadî xelasîya meye.Jı bo çand û kulture mê, ji bo mirovatîyê me , ji bo welatekî azad û cîyanekî aşîtî xebat û kare xwe bilindkın. Dem dema bîryarê wexte bîryare yê. Slav û Rez