Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

“ciran, em hevdu baş nasdikın" A.Haydar Gürbüz

Di nav stranên Kurdi te gotın; “ciran, em hevdu baş nasdikın/tu lı wî gundi, ez ji lı wî gundi me/ qe jı mın dûr mere û nesêkine/em hevdu baş nasdikin”  Baveriya te bi çî hêye yê mın ji bi wî hêye, tu bizane ku, hevîya nav dıle me jı hev ne cüda ye,  ez Kurdım tu ji Kurdi,ez şoreşım tu ji şoreşi, jiyana me e pırki lı cem mal û melal derbas bu, lı ser gaz û çiyan derbas bu, ez şıvan bum,  tu ji şıvan buy, ciran, ka xwe lî mın caran dûr mekê, em  êw insanın ku lı wî dune mılletêki wekî  hevın. Bi siyasetê xwe jı mın cüda mekê  û lı nav me toxume xayintiyê,cahşitiyê meçine.Em Ciranên  qedr ê hevdu bizanin ji mera besê...


Çend sal derbas bu ku em hatın Ewropa, 23 sal derbas buye. Lı nav van 23 salan me lı vır çı kır? Me lı vır çı dit? An ji ciyana me lı vır çıkesi baş bu? Me qul û derde xwe li welatê xerîbiyê  bi derman kır, an ji ew hesrata Gund û  welat bı me gıran hat ku me derd û qul zede kir û nıha ji bere me disa bervê welat çerîxi..Le bele,  Em çawa nıkarın jıyana xwe baş çekin, em çawa nıkarin wihevra tekoşina azadi û serbixwe bidın û ew zulm î zordariyê  dıjmın lı nav welat û xayintîye li nav xwe  derxinin..

Heviya nav dilemin ev bu ku, Kurdistan welatekî azad bê û eme ji weki netewi din li ser revşa xwe bixemlin, bi zimane xwe bixunin, ji bo welate xwe bişuxulin û daku  çi ji dest me hat  eme bikin. Bi roja iro wisa ez nikarim li ser heviya nav dile min biaxivim, reberê me  yê Kurd, disa dixazin dirokê dubare bikin. Disa ê li ser politikê osmanli listikên bı planen çe dikin, eme belliye ku disa varin kankirin, disa peşerojen me Kurd di bin deste bandore Tirk ware çekırın, disa zarokên me xewna jiyanê xwe li welatê Kurdistan nikarin bikın. Van politikên iro û damezrandina partiyê ku nave xwe HDP ye hun bizanin ku kurduno giredayinê me bi tirkana. Cih û are me disa bê xwedi û bê kes man, eme disa bifkirine deste neyaran, eme disa bi hesreta welatekî azadi herne raze..Dil xemgine ku çito xemgine hal yamane ku çito yamane, siyaseteki zeptûrep li ser me Kurdan teye kirin û baranekî  giran û bi jan disa dibari li Kurdistanê...

Sala ku te li meha Adarê disa hilbijartin heye, ji niharda beramder yani adayê şaredarê bajaran  xwe aşkêre dikin û navê xwe berdidin ole..Li herema Dersıme  qeza  Pertage isal deha salen Birez Kenan Çetin şaredar bu, ez bawerım ku ê dısa beramderiyê xwe aşkêre  bikê, her cikas kû dıbejın,  li herema Kurdistanê  tene namzetên BDP ê têkevin, li Pertagê  û Xozatê mesele ku text bu hinek kesan BDP û partiyê Kurd nasnakin, ji bo wi ji Dersim heremekî ku di navda cend salên kevok tiji bun û sibê ewar dixuninê. Siyaseteki zeptûrep li nav herema Kurdistanê teye cekirin.Kê ku ke halkir.. Heviya Gelê Kurd ji riya aşti û azadi çıkes ku pirbe ji, disaji ji  hela welateki serbixwe giran tê û êhtiyacê Gel  zedetir pê heye,av û xwerin ku çıkas bi merîv pewistê welateki azadî ji ji bo zaorkên  Kurd û ji bo hebuna me Kurdan  lı nav we çerxe dunê  pir pewistê.

Li kudere tebin bibin caran aslê xwe jebir mekin, hetaku dikarin bi zimanê xwe qezyan bikin, daku hun nikarin li ber xwe bidin û pe hinbibin, Li Ewropa ji hinek insanê me li eslê xwe durketinê û gava ku qale Gund kirin pê dikenin, dibejin em li wi gundi ninen. Ji aliyê dini zimanê Siyasetê bi Tirki pir bas te gotin, emma û lakin kû wext hatê zimanê Kurdi kes li dora meryan namini hemu berê xwe dicerxin pencere û derî di nav maleda direvin terin , fikarê kurdi disa dimini bi tenê…Oy qeder qeder ,qederê me Kurdan qeder

Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Diçêriya li çiyayê me
Talan kirin, girtin birin
Agir berdan konê me 
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me  (S.Perwer)

Ez bawerim kû we mebesta min ji van gotinan baş fam kir. Nasnamê xwe jebir mekin kû hun ji weki ava Munzurê zelal wekî çiyahên Dersimê bilind bin…
Ali Haydar Gürbüz