Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Komel û Malper-A.Haydar Gürbüz

Malper û Komel

protection-3d-business-people-20206677Komelê Kurmeş û malper ji bo Gund û Gelê me wekî dara bayive û güzê, wekî taû û güşkê, wekî genim û av ê, wekî ax û heva ye, wekî baran û berfê. Wekî ro û hiv wekî gul û gulçin wekî kevokû bılbıle. Dibejin kû; di nav cennetê da darekî pir bi xer û bêreket heye û nave wî dari ji dara Tûba ye. Marîfetâ darê Tûba pire, di her alî da pej û tel daye, ji her derdida derman dibe.

Dema kû ez li ser Komelê Kurmeşi raman dibim, wekî imanê xwe ez baver dibım kû, komel û malper ji bo me kurmeşan wekî darê Tûba yê.Rengên Kurmeşi û havirê gund hemi vihewra di nav komelê da wekî sterk û hiv wekî çıra û löküs ronahî didin.Ji bo wî jî komal û malper cihekî pir bi kîmet û rumet, karekî bextewar û  bi teleb û niyazekî pir başe.

Gelê Kurmeş wekî gelê Kurdistan di nav dirokêda gelekî zulm û zordarî,tengasî û qetliam din.Me kare xwe, baveriya xwe, bi veşartîye û di nav şertên zor û revşekî dijvar da dikir. Buyerên Kurdistanê revşa millête me gelek xirab kir, siyaset û şêr, ji ber hertiştî Arteşê tirk û dewleta tirk ji hele aborî û perwerdêye ziman li Dersimê pengavek navıt tiştek nekir. Him tiştek nekirin, him ji ziman û baverî bi serda qedexe kirin. Li hembêr wê zulm û zordarîyê desthilatê tirk milletê me gund û bajaren xwe biterk kir. Hinek ji me hatin welatên Ewropa hinekji çun bajaren dini. Ji sedi nezikê no kesan ji mê bun koçber, bi gotinek dini em bun penebêr li welaten Ewropa. Tar û mar bun,ji hev dur ketin, ji bo wî sedemi ji komel û malper ji mera wekî konaxê. Em dixazin kû hemu millete me di nav wî konaxê da cihê xwe bigre û caran hevdu jebir nekin û maf û cihê pir û qalê me ji di nav heyatê xwe da berdevam bikin.

Em li welatê xwe bun wekî penêbêr

Rebênê xwedê, bun perîşan û der bi der

Derdekî giran li me peyda bu kû

Li Kurdistana xwe em ın em, bê xwedî û neçar…Ali Haydar Gürbüz

Ez bir û baver dikim kû, nivîskarê malpere Kurmeş bi berhem û lekolinen xwe, dî nav gelên xwe,  bi huner û nivîsen xwe serbilind û dilqevîn bikîn. Revşa dune iro ne başe.bona me kurdan ji daku zedetîr xîrabê.Pirsgirîkê Kurd hine iro çareser nebu yê. Li herçar alîye Kurdistan berpirsyarêkî mezin ketîye ser milen nivîskar û siyasetmedêr u hunermendan. Gelê Kurd di nav revşekî dijvar û tengasîye da. Dî nav van şertên zorî da, disa jî jiyan bî rengîn û xemgin berdevam dike. Merîv jiyanê xwe li ki deri dibî bila bibe sar be û germ be,şer be û aşti be di nav her buyerî nuve da ye mecbur bijin û tekoşira xwe ji bona jiyanekî bi rumet û serbixwe berdevam bikin.

Ali Haydar Gürbüz