Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

DU RÛTÎYA EWROPA

 Di dîroka mirovatîye de,li cîhane bi giranî rola Ewropa ê bi qirêj cîhekî bi girîng digire.Ev ji ber berjewendîye xwe di nav gel û olan de ji destpêka sedsala 17.heya îroj şer û tewlihevîn kirine  polîtîkaye xwe ê navnetewî.Ev bi vî şiklî diranên xwe kirine bedena gelan jê xwîn dikişîn û dimijîne.Dîsa ev rêbaza dagirkerin û xistin bin qontrole xwe gora dem rengê xwe dugarîne.

 

Dewletên Ewropayî li nav hev bi sedan sal polîtikayekî kolonyalîst meşandin,gelên mazlûm mîna xulam dan şuxilandin,axa van kolandin dewlemendîyên van ên bin ax ji destê van bi zorderî girtin ji bo xwe bi karanîn.

 

Îroj  jî bi sîyaset ên zirav, polîtîkayên xwe ku bi sed salan li hember gelên bindest meşandin bi avayekî din dimeşînin.

Ev bi navê tekoşîn li hember tororîzme,bi rasti bi xwe li hembe gelan terorekî bêhempa bi kar dînin.

 

Ev gunê bi mîlyonan mirovan kirine hustîyen xwe.Li van hesappirsîn jî ne mimkûne!

Ji ber ku teknîka şer,ji erdê heta ezman di dest van de ne.Loma ev jî bi zanistî evqas bêedeletî, bêheqî  tînin hole.

 

Mînakekî herî mezin li erdnigerîya me dimeşe.Ji dema Osmanîyan bigir heta îroj li hember gel ên Rojhilata navîn polîtîkayekî dijwar,qirêj,durûtî,bêoxir  kirine pratîge û hîn jî berdewame.

Bi deh salane Tirk û Kurd berdayîne hev, di nav vî şera bêwate de,Kurd û Tirk xwîn ê hev dirijînin,ev jî bi rehetî sîleh û teknîka şer difiroşin her du alîyan.Bi vî  şiklî cîgera dayîkan dişevitînin,cîwanên ku  gêştine jîyana xwe ê xaşik û hilbêrîn (Üretim) di nav vê şera ku tenê dewletên Ewropa/Emêrîka têda sûddigirin, jîyana xwe hunde dikin.

 

Dewletên kolonyalîst ên bêxêr, jiyana xwe tenê bi şer ên navnetewî de giredayîne!

Heke li dewerêkî bihewketin çêbibe,ev jî dikarin di nav mij û dûman de cîhe lînge xwe çê bikin,û hêdîhêdî vî heremî talan bikin.Paşe ev bixwe xwe mîna xadandemokrasî,xadan dad û hezretên parastvanên mirovan dinasînin.Ev rûreşîyekî herî mezintir e.

Ber çend roj li paytext ê Ewropa li Bruksel, êrîşekî hovana hat ser tv yê Kurdan.

Eynî roj disa li Emêrîka li Meclîsa van di sala 1915 de kirinê li hember Ermenan mîna kokanîna Ermenan hat pêjirandin.

Van disa durûtîya xwe bikaranîn û gotin bila ne şîş bişevite ne jî goşt,li ser vî esasî êrîşekî birin ser Kurdan,ser weşan û çapamenîyê van.

Li vir dixwazin dile Tirkan şên bikin.

Mîna tê zanîn ev ne li Tirkan, ne jî li Kurdan hezdikin,ev tenê li petrol û peran hezdikin.Statûya van li ser qezençkirina dewlemendîye gelên bindest hatîya avakirin.

Demokrasî û maf ê mirovan,azadîya çapemenî,azadîya rojnamevanan gava berjewendîyên van tîkeve xeterê,ev dikanin  zûtir binpêbikin.

Dîroka van ne pake.Van di dema nêzik de bi mîlyonan mirovên bê gune di odeyan de dan ber qaz û şewitandin.

Kapîtal ên van ku li dewerên din dizîn, kirin bin qontrola xwe hêdîhêdî dihêle! Tiştekî ku ev bifiroşin êdî nemayê! Aborîye van xera, civata ku li Ewropa dijî hejmara van ku psîkolojîye van xera dibe her roj zêde dibe.Bêkarî,bêmalî,birçîmayîn li vir tiştekî rastîye.Malbatên ku perçe dibin disa hejmarbilinde.Tê gotin ji heqberî ên bêdîn de bêîman te!Tiştekî em mazlûm hunde bikin tine.Lê Kolonyalîstên bêîman ên pirr tiştan hunde bikin.

 

Silav û rêz.