Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

ZIMAN U ASIMILASYON

Gora fikirandina Erdogan,li temamê cîhanê tenê Tirk dijîn.Ji berku ew wa xastina mirowi tenê ji bo Tirkan dixwaze.Ji ber wê jî bawgotineke Tirkan hêye.Ew dibêjin " Her Tirkek bi qesî cîhaneke Rumettir e."Lê ew te wî manê ku Erdogan di bin tesîrê wî gotina da maye.Heqê perwerde,ziman,dibistan ji bo me erê; ji bo ê dinîn na.Mîrowî ê hemû cîhanê ye.Mafê bi rûmet e.

SerokwezÎr ê Tirkîye Erdogan, li bi gîstî Ewropa; taybetî li dewleta Elmanya xwast ku Zimane Tirkî li dibistanan perwerdeyî be.Ger ew pêk nê, ew mîna asîmîlasyone anî ziman. Wa xastina Erdogan xastineke Mîrowî ye.Di naw fikirandina Fîlozofî da ew heqekê

Bi wî nêzikbûna serokwezir li ser asîmîlasyon cesaretê xwu li Ewropîyan, hewkarên li naw welat, û helwesta sist- tevgerên astî ê bi nawê demokrasî dimesin digire.wa gotina Erdogan li çapenamîya Elmanya pir cîhekî mezin girt.Kesêkî nepirsî çima tu bi xwu
Polîtîkwanî asîmîlasyoneyî.Kane tu wa heqê ji bo 4-5 mîlyon Tirkên derwayî welat dixwazi ji bo 40 mîlyon kurdan û ê din çima rewa dibînî.Ew polîtîkaye qirêje.
Heftêyî borî li parlemantoye Avûstralîye bîryarek bi rumet hate girtin.Devleta Avûstralî ji berku zêde 130 salî li ser gelê heremê ê kewn aborjînan kirinê bê heq,dagirkirin,asîmîle lêborîna xwu xast.
Li welatê me em diçin çîyan,gazan,gundîyan bombebaran dikin.Em însanan dukujin û li morgan li ser hew bi cîh dikin.sew roj operasyonan dimesinîn.Em zimanan qedexe dikin.partîya hukumet bi naw AKP hîn polîtikayê îmhakirine berdawam dike.Ji ber wî yêke nawe partîya wî "" Partîya xapandin u qankirin" te bi zimandayîn.

Di wî polîtîkada rola me ê bi nezanistî ji hêye.Em bi nezanistî xizmete wî dikin. Em nikarin her tistekî ji siyasetmedaran bixwazin.Berpirsîyarîye me jî hêne. Em wan bi cîh naynîn.Taybetî ê ku li ewropê dijîn ji bo perwedeyî îmkan û derfeteke pir mezin hêye.Ez dixwazim mînekek bînim ber çawan. Me berî çend salan komelek awa kir.Armanca komel, Kurmesîyên li derwayê welat dijin çanda wan, kewnesopen wan biparêzen, bi taybetî pirsgirêken gund ê minak aborî, alîkarîya xwandewanên ê di nav helwesta aborîya xizan,alikarîya ê ti girtigêhan,û bibin berpirsîyare gund bikin.

Ez ti wê bawarîyademe ku, di naw rêzname (tüzük) ya komelda xala (madde) mina perwerde ya kurdî cîh negirtin pir kêmasîyekî mezine.Ez di bîr û bawarîyedame ku em ê wî sastîya mezin di demeke kin da serrast bikin yan jî ware serrastkirin.Gerek wa li rêveberîya komel ê pêserojeda ware pêsnîyazkirin.Disa em dikanin li rûpela me Interneteda quncikêk ji bo wê mijara webirin.
Belku em ji ber ku nîwisandina hês u fikrê xwu da tengasîyê ji bijîn; lê ew ne tistekî ware sermkirin e.Ê ku zimane me qedexe,tunekirine bila serm bikin.Eger em di dilda bixwazin emê zimana xwu gês bikin. Gelo em helwdidin zimanekî bîyane Alman, Fransî û ê din hîn bibin çima avantajêkî mezin zimane me ê dayik emê zûtir bialimin.
Ê di destda tistek tê gerek bi cîh bîne. Sibe derenge.Gotine xwu bi Kurdi binîwisin.Eger ew çê nebe dawîya me ê mîna keko-pepo dawî be.Keko.Pepo. Kê kir. Min kir.Çima. Loma.
Silaw û rêz. Ismet Bangus.16.02.2008.