Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

ÇÎYAYE Û HÊVÎ-İSMET BANKUŞ

 

Gelîyek hebû, li kevîya çar çîyan, malan li ser te danî,

 Li ezman hewirên kesik,li jêr ava zelal, derdora xwe heşînî,

gul û sosin,nêrebend, bask vetekir,meş, çivîng li ser difirî,

ez,bizin,hirç û pezqûvî li cem te diçerî,

 

Li ser zozan ên te kona reş vetebû,pez rêz dibû kerî, kerî

berîvan dimeşîyan ji ber ku şîr bidoşin berve bêrî,

li alîyek pez dihat dûtin,alîye din herî dihat birî,

zarok ên şîrin gep sûrik dest û lêv qelişî

 

gelek kêfxaş dibûn gava parîyek nan diket nav dest, nan e bi tisî,

heta êvar çerx dibûn dilîstin bê serseket bi linge tazî.

Jin ên kedkar dest bi hevîr, li ber pêşmal di dest de teşî,

kar, bar xelas netebû ji paş de bigir heta pêşî,

 

mer,camer ên simbêl piz,kulav li pişt,şalvar bi şûjî,

ji ber hesab û kiteban li ser ne tema aqil û mejî.

 

Kona reş a tej bi tej,bi singan giredayî,li hustin tufang dardekirî,

li keviye kon berhev dikirin çolik û penîr dipîvandin heta xafik didirî.

 Bizin û mihî ên çilek dihatin heta ber derî,

dixwastin parek nan an jî ji bo vexarine qulmek şûjî,

 

dixemilandin ji tirsa bizna çilek sîtla şîr a tijî.

Kutika şivîn,diqehirî li hember van ev jî dikûzî,

bi eşkere par a xwe dixwast,ne mîna bizine bi dizî.

ji bo alênc pez ref tebû,zarok jêr û jûr dibezî,

diketin nav lîstikan,ji bîr tekirin, têra van netekir astîn û qezî,

 

tomar tekirin gülik,ribês,kereng,kivarik ên spî,

 

 ji bo cûmek benîşt vêtexistin qanikek kereng, her tim veşartî

êvaran dilîstîn lîstika "çingirçok"dest didan ser çavan,çave girtî.

Vext zû debas dibû meh,hefte û roj diçerixî,

 

serkara malan dicivîn kane ê kinge barkin li ser diaxivî,

li zozan xatir dixwastin heta salek din bi kêf û hêvî,

vetigarîyan,goçber dibûn dihatin gund kün vetebû li nav zevî,

amadekarîya zivistane dikirin heta bahara dawî.

 

Sal çava derbas bûn? Ên biçûk mezin,ên mezin kal bûn me qet nezanî,

Li çîya û zozan,deşt ş er qewimî xwîn herikî nêzika sîh salî,

gund,bajar,bajarok vêran bûn,pepûk dixûne,welat dinalî

ên mejî azad li berxu dan,li her dewer li her alî,

 

cîgera dayikan êşandin,erd û ezman hat şewitî,

bi hezaran mirov mirin, hinek girtin,hinek hunde,hinek kuş

bi milyonan goçberbûn,bira xang, dê û bav ji hev veqitî 

li aliyek çek bi kar anin, li alîyek tunekirina çanda bişevtî,

 

piştgirîya me nekirin ne cînarek,dost û misilmanek ne jî kesî,

tenê li roja rej merî dizane, çavaye bê hêz û bêkesî,

pergala dagirker em xapandin bi nav ê îslam û biratî

derxistin sextekaran di nav kurdan birakujî bi nava bira-dînî

 

 

"vî"jî fermana me kurdan da bi hêrs û bi çavsorî,

 

got: Dorpêç bikin bikujin ji ser de bigir heta binî,

kok û rûçika van jê bikin ji ber ku em endama Natoyî.

Li ser me hişk kirin ne hîştin ne nehal ne jî kanî.

 

 

Paş fermana fêto ketin devre bi avayekî hovitî,

bi kar anîn balafir ên şer li ser gelîye Tîyar difirî,

ne pîvan ên şer berçav kirin ne jî ên însanî,

 

 

bombebaran kirin bi bêbextî, beden perçe kirin bi hovitî

qaz û jêhr berdan jêr, di ser de çek ên kîmyewî

sih û şeş dil ê dayikan şewitandin, tew kuştin bê merdî

 Di bin levan de dikenîn disa Ewropayî ên du rûtî

 

li paş derîyan plansazîyen ji bo berjewendî,ê xunokî

ji bo an xem nake mirina Kurd yan jî Tirkekî,

çekfirotwan me berdide hev ji bo ko qezenc bike metelîkekî,

êdî bese mirina mirovatî,varin cem hev rojekî,

 

bila va qedera bê oxir biqede heta dawî,

şer a bi qilêr bisekine,pêk vare her tim aştî,

 nevş ên paşeroj bi hevra bijîn bê dem mîna biratî....