Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

TRT ŞEŞ

  Wek tê zanîn van rojan li çapemenîya Tirk û Kurdan qala weşana bi Kurdî te kirin.Mîna piranî dizanin jî,niha li qanala TRT şeşemîn  bi zimana Kurdî weşana test hatîye destpêkirin û  ji sala nuva  ê bi avayekî fermî destpêbike. Ez dibêjim li ser xêre be ! Ev bîryar çiqas bi direngîbe jî, gora fikra min tiştekî erênîye. Paş 86 salan eger bîryarek  hatîye girtin be,bêguman li paş vî biryara  nêten siyasî  hene.Rêveber,sîyasetmedaren Tirkan  vî tişta bi vekîrî dibêjîn.Gotinen van eve ku, bi vî gava ev dixwazin politikaya xwe li hember hêza Kurdan bi zimana kurdan bersiv bide.Yanî Gora dîtinen xwe armanca van eve ku qozen Kurden tekoşînvan  ji dest bigire.Ez car caran temaşe vî qanale dikim.Li ser ekrana Tv „Em di bin Ezmanekîdane“ hatîye nivisandin.Eme kane lê binêrin  em di bin ezmanekedane yan jî ev  gotinen Erdogan Li gera xwe ya dawî anî ziman (yek millet,yek ol,yek Al) rastîne ên derkeve hole.Li alîye din, li pêş Hilbijartinên Hêremî  heye. Gora raya giştî gelo ev ne xelatek ji bo hilbijartin bibe!  

Tiştekî din ku balkêşa min dikişîne naveroka vî qanala ê çava peyda bibe.Ev tîpen kurdî mîna W.X,Q, dîsa bi çi şiklî ê cih bigire.Ji ber ku gelêk mîrov  li nav nivîsen xwe van  tîpan bi kar anîbûn hatin cazakirin.Ketin girtîgêhan,raste zordestîyan hatibûn.Wek te zanîn ji bo  serlêdanan  cejna newrozan,destûr ne hatibûye dayîn ji ber ku tipa „W“ hatibû bikaranîn.Eger devleta fermî vî sûca bi xwe bi karbîne  ev kesên ku bi salan cezakirin gelo îtibaren van ê çava vare îadekirin? 

 Disa li alîya din li mal ziman serbestî û li dibistanan ziman qedexekirin çiqas însanîye?Va gav avêtin belku gavek girînge,lê ev gava têra gelê Kurd nake.Ev mîna Teyrevanekî bi yekpere.Çivîkek alîyek per hatî birîn nikare bifire!  Karvanen vî qanala ên  bê perwerde nikarin zimanekî bi pêş bixînin.Pêwîste zimana Kurdî bi avayekî fermî li dibistanan perwerde bibe.Hewce rêveberîya TRT bi înstûtîya Kurd,Navenda Çanda Mezopotamya û sazîyen Kurd de tekîli çêbe têkevîn alîkarîye. 

 Naveroka vî qanala û bernamen xwe jî  gerek bi balkêşî vare avakirin.Çand,Ziman,jiyana kurdan,kevneşopî,dîrok,govenden Kurdan bide nasdayîn Di virda hewce,nasnameya kurdan ê rastî kesatiya van bi Tirkan vare nasandin.Ji ber ku bi deh salane pergala dewletê Kurd bi nasnameyekî nê qebûlkirin daye nasandin. Di dawî da dewlet bi fermî ji Kurdan lêborîne bixwaze!!!  Bi salane evqas êş, jan, qedexe  kirin, zor lê bûn, bûye bêsedem. Ev grînge ji alîye psîkolojîye da nêzikbûn çêbibe.Li her dever,cîhên gelemperî zimana Kurdî bikaranin,raya giştî ji  hêdî hêdî  vare motîve kirin.Va kara ne ya tenê TRT ye.Pêwîste qanalen serbixwe ên taybet  û çapemenîya bi nav ku , bi salan derbare vî ziman nêzikbûnekî  neyînî,neyarî, diyar kirine tewlê bibin. 

 Bi kurtayî ev pêwîste va televîzyona rengen kurdan biweşîne.Cudatîya vî qanale jî hebe.ji ber ku iroj nêz 12 qanalen Kurdan ji xwe heye.Emê bi hewra  sala pêşta bibînin kane ev gav avêtin bigêhişe kîjan  aste. Sala nu ji bo hemû gelan pîroz be.  Ismet Bangus.30-12-2008