Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

TZP Kurdî

Nivîskarek  navdar Machiavelli dibêje : „Eger hûn hez dikin gelêkî bixin bin destê xwe, pêwîst e hûn berî hemî tiştî ziman û çanda vî di nava ziman û çanda dewleta xwe de bihêlînin“
Zimane me Kurdan belkî di dîrokeda, zimane herî zêde kevn û di heman demanda zimanekî ku di bin zextê da mayîye.
Zimanekî  bi hezar salan  heta iroj  hatîye jîyandin,bi desta hêzen neyar bi avayekî ne mîrovahî  tê fetisandin.Lê armanc eve ku,bi vî gava  nasnameyekî li hole rabikin.
Ziman  bi xwe mîsyonekî nasname,nasyonalîte,û bingehîye hebûna gelekîye.
Eger zimanek nebe zimana perwerdeyî,ev di nav demêkî dûr û dirêj de ê bifetise, hunde bibe.Dewlet ji ber ku zimana Kurdan tune bibe di serîde hewlda li dibistanen sereke bi dest me Kurdan çi ji dest hat li paş xwe nehîşt.Li nav gundan li zaroken dibistanan daxwaz kirin bi Kurdî  pêyîvîn qedexe bikin.Bi vî karî ev bi serketin  jî.Li herema,erdnîgerîya Kurdan  şerêkî spî hate meşandin.
Iroj li Dêrsîme ên xadan nivîs û xandinê bi teqrîbi li ser piranîya Tirkîye ye.Li nav her gundekî dibistan haten vekirin.Li çîyaye Keşîşe berî çel salî
Dibistan vekiribûn.Lê îroj li nav çend gunden derdora paytext Enqerê hîn jî dibistan ava nekirine!
Di nav me Kurdan zanebûna Kurdi zêde kêm e. Ev rastîyeke qedexeyekî mezin ,desthilatdarî bê tahamûlîyek bêhempa li hember ziman bi avayekî  bênavber dimeşe.Nê vî wateyî em bê deng û reaksîyon vî rewşî bî çaven vale mêz bikin.
Gora van zêxt û zulm îmkan,derfet,amûren me jî zêdene.Eger em bixwazin,emê zimana xwe bi pêş bixin ,bi xwe xwe perwerde bikin.
Ji xwe ev ne zimanekî biyanîye.Bingehîya ziman li cem meye.Ji xwe ev zimana dayike.Hewldanek  hînbûyîn ji bo zimana me qet nemaye.
Zimane Kurdî tenê di nav sîyasetmedar, Niviskarên bi hejmar,û  di nav şexsîyatan da tê bikaranîn.Ziman a me tu car nebûye zimana aborî.

Ji ber ku bibe xadan sazî  berî du salan  TZP (Têvenga Kurdî û Perwerdeyî) hate damezirandin.Armanc eve ku ziman bi rîya rexistinî vare
Perwerde û parastin.Bi vî rexistine tê xastin mamoste,ronakbîr,dîrokwan,sîyasetmedar,zimanzan bi gîştî ji bo gêşbûna ziman xebatkaren bi dil binen cem hev,di nav hevde konseynsûsek vare çekirin.
Dîsa ji bo bîranîn û yekitîya ziman her salî 14.Gulan yek rojek „Cejna Zimana Kurdî“ hate nîşankirin.Li ser xêre be!
Mîna min berê got,elbet li hember me hêzek bi polîtikayekî qirêj hêlandine (asîmîlasyon)ziman bi bername û nahoqûkî dimeşîne,lê ev hewce
Em jî xadî zimana xwe derkevin.Em dikarin herin Pirtûkxanekî, pirtûkek  bi Kurdî bikirin û bixwînin. Li înternetê bi dehan Malpara perwerdehîye Kurdî hene.Em dikarin bi derfetên xwe zimana me bi pêş bixin.Em dikarin ji serda tîpen /elfeba Kurdî bizanibin.Ez îdda dikim eger mîrov di dilda bixwaze di nav nîv seatekî bikaribe xandin/nivîsin ê Kurdî hîn bibe (fam bibe)
Mina Memo î Heyder gotî :Dilekî min heye.Em dikarin li ser nava komela me  bi rîya hûqûkî li  dewlete ser lê daynîn,nava gundî me dîsa  bi şûva (Kurmeş) bixwazin.Li ber ku dewlet di serîda nava gundên me gerandîye  Tirkî. Gelo çima? Va tiştekî pir balkêş û însanîye.Ev   di pratîke da xebate komelêye.Em dikarin  li ser navî çalakîye bê îtaatî (itaatsizlik eylemi) Li qûncike tabelayekî bi nav Kurmeş ava bikin.Berdela xwe çi dibe bila bibe hewce em di demêkî kin de vî tiştî bi kar bînin.Ez ê di dema pêş de li ser çend projeyan gotine xwe bînim ziman.Bimînin di xaşîyeda.Silav û rêz.