Festîvala Dêrsim li Russelsheim
Li alîyeke din eynî roj da disa bi nava „Dersim Festivali“ li bajarê Bonn ê vare li darxistin.
Gava mîrov li herdu bernameyên festîval dinêrîne,ka kîjan xizmete kê dike,be fikar tê ber çaven însanan.Li Russelsheime tevgerekî ,îradeyek bi rûmet; li alîyê din plansazîyek bêrûmet,mîna berî deh salan ên rûçike me kurdan dixwastin/dixwazin pûçbikin ketine nav karekî bi qilêr.
Li alîyekî tekoşîna azadî, li alîye din hewaldana valederxistin.Gelê ma van baş nastekin.
Di dîroka Dêrsim de jî van rola xwe bê oxir lîstin/dilêyzîn. Di şera netewî di sîh sala dawî de jî gelê me nav dersim ev dijminen xwe ên ku mêjûyen van hatîye dorpêçkirin,navbere xwe û vanda xetêk qalin kişandine.Li bi qesî neyaran, qehremanên bê hempa jî derketine hole.
Ev hilbijartina heremî ya davîda her tiştek bi vekirî derket hole.
Hêzen tarî ku biheralî, ji berku li Dêrsim bi serkevin digel alîkarîya dewlet ê bi qilêr û gemar negêhişte armanca xwe ya bêrûmet.
Li vir qehremanîya Dêrsim dîsa derket pêş.
Bi giştî li erdnigerîya Kurdan,bi taybetî li Dêrsim polîtîkayên taybet tê meşandin.Di destpêke de Dêrsim bi qanûnen Taybet hate îdarekirin.
Rêveberên Tirk digotin hewce em Dêrsim bi şerêk spî bişaftin (asîmîle) bikin.Di serîde dagirkirin û qetlîamê eşîrên Kurd ên pêşeng tewlî zaroken bê gune,kal,pîr,jin hatîn kuştin.Dûrajî bi sedan malbat şandin bajarên tîrkîye ji ber ku ev zû asîmîle bin.
Gava sêyemîn bi du şiklî nezike me Dêrsimîyan bûn. :
Yek bi rîya Leşkerî, ya dûyêmîn bi Perwerde dora Dêrsim hat dorpêçkirin.Ev du sîlahên xwe bê navber îroj jî didomîne.Li paşdagirkirina Dêrsim, di serîde qişlayên mezin hat avakirin. Di dûda li her bajarok, gund û gundokan dibistan hatin vekirin. Ev giştî bi avayek rêbazîyek bi pilansazî meşandin.(heta roja îroj berdevam dike)
Gora demê hêzen hember netew polîtikayên zirav bi kar anîn:
Car caran digotin em ne Kurd in, lê belê em Tirken heqîqîne.Van propoganda dikir û digotin Dersîm li Elewîye ji ber ku bavatirkan(Atatürk) bi xwe ji Elewîyek bû!!! ( le ev derevayek mezin bû) Ez bawer dikim va ajîtasyona pir deng anîye lê ji ber ku li dêrsim hejmara Kemalîstan û giranîye van ne hindikin.Li herem mîna pêşbazî her kesek dixwast bibe mamoste.Li Pîlvangan hema hema li her malbatekî mamosteyek derket.(Lê bê zanisti Kurdan bi xwe xwu asîmîle kirin.Rêveberîyen Tirk di bin simbêl de dîkenîyan)
Ji ber ku Kurden dêrsim bi tevgerde qut bike çi ji dest van hat, nedan paşxwe.Vê carê Fîlma Zazakî dilêyzînin.Lê gelê kurd van Fîlmana gelek temaşe kirin.Dêrsiman dibên Edî bese!!!
Ez dibêjim, bi gîştî gelê kurd hîşyar bûye.Emne Kurdên berîne! Banga min li Kurmeşan,Dêrsimîyan en namûsa xwe her tim li her arî diparêzin,bi giştî Kurden bi rûmet dikim vî rewşî baş bifikirin, ji bo tewlibûna festîval bîryarek mîrovahî bigirin! Dîsa ez baver dikim emê Festîvalekî birengîn li Russelsheime derbas bikin.
Silav û rêz. 04.06.2009