Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

KOMEL Û KURMEŞ-İsmet banguş

  Watê Komel eve ku, Civak yan jî alîyekî civat, bi Tomarî di bin Rêzikname de alîye qanûnî pêkanîn ê koma mîrovan e. Di bin van mercan de em mîna Kurmeşîyan berî çênd salan li Elmanya bajara Stuttgart ê bi rengekî fermî komela bi nav „Kurmesliler“ ava kir.Di destpêke de em şeş heval di pêşengî yê A.Heyder de bûn endame Damezirêner.

 

Armanc ê komele, pirsgirêk û bersivdayîna van li ser rîya komel ên bi taybetî Kurmeşan ku li derwayî welat dijîn,  hat bi nav kirin.

 

Me dixwast gundîyên me ên li ewropa,li metropolan bi ser rîya komel bînin cem hev,li hev agahdar û xadî derkevin.Wek din li nav gund kêmasî mîna  çêkirina rê,li ser nuve hinek dîzaynkirina nav gund,piştderketina,li alîye aborî alîkarînderketin ê xandekarên gundî,ên li girtigêhan,Sernuva çêkirina bawergêha Qerib, û hwd……

 

Paşê ji ber ku,radigahindin û alîkarîya çand,huner,dîrok,aborî,û pirsgireke me ên li Ewropa,li metropolan dijîn vare bersivkirin,hewcedarîya Malpêr derkethole.Wek te dîtin Malpêr bi nav „Kurmeşliler com“ di nav me gundîyan de bû pire,ramanen me,awazen me gêştandine hev.

 

Gotina min eve ku,ez pirr xemgînim.Bêtir Hawar ê Alî Heyder jiber ku ev tu car hêz li gundîyan negirtîye tiştekî ku em li ser pirr bifikirin!

Gilîye A.heyder li cîhe.Iroj li Tirkîye û li Derweyî welat Kurmeşîyen ku bi zane, xadanramanên bilind, ne kêmîn! Me dixwast,alîkarî mîna dilop bigêşe hev bibe derya.Ez bawerim,di nav me de ên bi fer hejmaren van zêde ye.Pirsgirêk eve ku yan xwe bi zanistî nagêhîşîn, yan jî rêveberîye komel di alîye tekîlîye de zorderîye dikişîne.

Heke kes tiştekî ji dest nê der,dikare mînak sêrpêhatîyek xwe,çînerok,yan jî em bêjin xeberek ku me eleqedar bike bişîne Malpêr.Fikr û ramanen xwe binivîsine.Li ser defter ê mêvanan li ser çûyîn,bûyer,li ser gund,gundî, ên çi li derva,çi li welat dijîn nûçeyên aktuel vi rêxin.(Ev resim,weneyên taybet hatine şandin tiştekî erênîye, lê ev têre me nake!)

Bendewarî û hêvîye min li hevalen me ên karmend-memûr li vir û li Tirkîye ne.Lê mixabin heta nika tu alîkarîyek bi dest vare girtin hîn natîye dîtin!

Mînak Erhan dikare ji alîye huqûqî ve piştgirtinek bikaribûna,kane gava em nave gund biguharîn xastokekî çava li kîjan dezgêhe lê ser daynîn, di dawî de em dikarin çiqes encam bigirin?

Hewala Nîhat dikara li ser Hawîrdorîye serê xwe bêşîne, kane em çawa xezaya nav gund,kîjan  mêwe,fêkî biçînin li ser çandine têkevin nav tevger?

Alî Ekber ji ber ku em ji kal û bavê xwe de ajalvanîye dikin,ev jî têkeve nav karekî  çava em kare ajal û  tendurîstîye van bi pêşbikeve?

Doxtor Kenan dikaribe li ser nexweşîyan û tedawîkirinê de li Malpêr binivîsindana…

Lê îroj ne derenge.Kî li ku derî dijî bila bijî,hewce ev bi me re têkevin nav tekilîyan.Em ê vê çaxî bi pêşkevin.

Pirsgirêke me ên cîwanan,Jinan,pirsgirêk mîna Tenduristî,bêkarî,hene.Bi giştî bi rîya rêxistinî bibin bersiv.

 

Iroj em gundîyen hev ji Parîs,Berlîn, Moskowe bigir heta istenbol e di cîhekî berfireh de dijîn.Berî sî sali li gundê me komelên sîyasî hebûn.hejmara van sê yan ji çar bûn.Me pêşengîye şoreşgerî ji bo gel ên Tirk dikir.Bi salan pêşengîyen hinek rêxistin kirin.Lê iroj li ser pirsgirêke gund bi taybetî alîkarîya Malper ê gund nakin.Bi zanistî nezanistî va pirr tiştekî xirabe!

Hîn jî ne derenge.Varin em dest bidin hev, ev taybetmendîye me ku di gundên derdor de bûye mînak disa bi karbînin(….)

Li gund gor ên kal û bave me li benda me ne! Gerek em bibin layîqe van.Ê rast jî e ve.

Silav û rêz.

rohatferhat@hotmail.de