Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

KURMEŞ: Gundê 4 “Kˮ yan

 Koln (Rûdaw) - Gundên Bakurê Kurdistanê xwe ji nû ve organîze dikin. Bi taybetî jî bi rêya xelkên ku hatine Ewropayê. Bi hezaran gund edî xwediyê komîteyan in û wek şaredariyekê xizmetan dikin û festîvalên çandî li dar dixin. Herwiha gellekî komîte jî li ser cîh û warên xwe lêkolînan dikin û ev jî ji bo dîrokê agahiyên nû derdixîne.

Di nava van gundan de gundê Kurmeşê ku bi navdarên xwe navdar e, bala mirov dikşîne. Kurmeş, gundekî ser bi Pertega Dêrsimê ye û xwedî komeleyek mezin e. Komeleya Kurmeşiyan sala di 2003ê de hat avakirin.

Sekreterê komelê Ali Haydar Gurbuz xizmetên ku kirine wisa rêz dike: “Me li gund pirsgirekên weke av, rê û elektrîkê safî kir. Tirbê Axbaba ji nû ve çêkir. Me di sala 2005ê de kamyonek cil û berg şand Pertegê. Alîkarî didin şoreşgerên zindanên Tirkiyeyê. Dema lewiya Batmanê û erdhêja Wanê jî me alîkarî şandin.”

Serokê komelê Ayfer Ber jî got, “Komeleya me xebatên çandî jî dike. Me 6 car festîval lidarxistin. Rejîsor Kazim Oz û Murat Ozçelik gundiyên me ne. Me alîkarî da fîlmên wan jî.”

Di fîlmên Kazim Öz de Kurmeş

Fîlmê dokumanter “Dûr” û “Şawaqî” jiyana gundê Kurmeşê anî ser perdeya spî. Kazim Öz di nava van herdu fîlman de du damarên seretayî, zozan û gundên valakirî, nexş kirin. Bi hezaran gund û zozanên me vala mane. Lewma kesên ku ev fîlman temaşe dikin, gund û zozanên xwe tînin ber çavên xwe.”

Kazim Oz li ser fîlmên xwe wisa axivî: “Dûr û Şawaqî li ser gund û zozanan dibin wek şîn û qêrîn. Dema zanîngehê ez li gund derketim. Di salên 90î de gundê me gellek zor û zehmetî kişandin. Di 1995ê de ez carekê çûm gund. Tenê kal û pîr mabûn. Ez gellek êşiyam. Ew herdu fîlm jî encama wê êşê ne. Ez gundê me wek her gundê Kurdistanê dibînim. Êşa her gundêkî Kurdistanê êşa gundê me ye jî.”

Pewîstî û encamên lêkolînan

Komeleya Kurmeşê li ser gund û gundiyên xwe lêkolîn çekirine û gihîştine encamên nû. Ali Haydar Gürbüz dibêje, “Me dît ku gundê me gundekî gellek kevin e. Di sala 1200î de ava bûye. Cara ewil gund li Xiraban û pasê Deştê hatiye avakirin, di dawiyê de jî li cihê îro. Di sala 1514 û 1700î de rastî zora dewletê hatine û hin kes koçî Sêwas, Gumuşhane, Erzingan, Meletî û Kayseriyê kirine. Kesên ku koç kirine paşê ji xwe re gund avakirine.”

Li gor agahiyên ku Gürbüz dan gundên Kurmeşê ku li bajarê din hene ev in:

Gundê Kurmeşan yên ser bi Zara û Hafikê (Navçeyên Sewasê ne):

Yalincak, Aktaş, Degirmen Bogazi, Pîr Huseyîn, Benli Kaya, Terekli, Aluçlu Agil, Yalniz Agil, İn Koy, Evci, Demirci, Derince, İnandik û Kabali.

Gundê der bi Divrigiyê:

Çamurlu, Pingen, Kiriklar, Zeynekler, Şahna, Keklik Pinari, Burmahan û Sirçali.

Gundên Kemaliya ser bi Erzinganê:

Ağilli, Dilli, Yokuşbaşi.

Gundê Sariza ser bi Kayseriyê:

Daridere. (Li gundên Ordekli,Çarsak,Tavla û Kitikrat jî malbatên Kurmeşî hene.)

Gundên Kelkita ser bi Gumuşhaneyê:

Ağdag, Semik û Komur.

Navdarên gund

Ji bilî Kazim Oz, hunermend Semî Ber, rejîsor Murat Ozçelik û nivîskar Ali Hidir Cihan ji Kurmeşê ne. Hunermend Ayfer Duzdaş jî ji Kurmeşiya Sewasê ye. Semî Ber, bi Yilmaz Erşahîn ve Koma Mizgîn ava kiribû û bi hevre sê berhem derxistin: Hesret, Rê û Hêvî. Murat Ozçelik jî fîlmêdokumentar ê bi navê “Olu Canlar” (Zindiyên Mirî) kişandibû. Di 26ê Îlona 1999ê de di girtigeha Ulucanlar a Enqerê de polîsan êrîş birin ser girtiyan û deh girtî jiyana xwe ji dest dabûn. Özçelik jî wê demê di girtigehê de bû. Fîlm li ser wê bûyerê ye. Herwiha hin şoreşgerên Kurmeşî di nava partiyên komunîst de cîh digirin. Lewma Kurmeşî ji xwe re dibejin “Em 4 K ne. Kurdistanî, Kizilbaş (Sersor), Komunîst û Kurmeşî.”