Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Wezareta Çandê 'Mem û Zînê' çap kir, lê ji mehkûman re qedexe ye!

Kitêb ji hêla Dadgeha Cezayê Giran ve xeternak hate dîtin!. Kitêba “Mem û Zînê” ya ku ji hêla Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ve hate çapkirin, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran ve xeternak hate dîtin!

Li ser vê yekê parlamenterê BDP’yê yê Diyarbekirê Akin Bîrdal derbarê mijarê de pirs da Wezîrê Edaletê Sadullah Ergî û wiha got: “Gelo qedexeya li ser kitêbê berdewam e an na? Heke berdewam nake nedayîna kitêbê bo mehkûman ne li dijî wekheviyê ye? Xetereya kitêbê naveroka wê an zimanê wê ye?”

Parlamenterê BDP’yê yê Diyarbekirê Akin Bîrdal pirsiyarnameyek pêşkêşî meclîsa tirk kir û diyar kir ku “Mem û Zîna” Ehmedê Xanî ku ji hêla Wezareta Çandê ve hate weşandin ku niha li piyaseyê tê firotin, ji hêla xizmên wî ve ji Îbrahîm Ekerê li Girtîgeha Sîncana Enqereyê girtî ye re hatiye birin lê kitêbê nedane wî.

Bîrdal her wiha got ku Eker li ser vê helwestê li dijî biryara Hakimtiya Înfazê ya Enqereyê doz vekiriye.

Çavkanî: Bianet
W.K: Jar Jan Dilpola