Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Ji Celadet Elî Bedirxan xebatên kurdolojiyê

Diyarname
Pirtûka "Kurd û Welatê Wan Kurdistan" a Celadet Elî Bedirxan ku ji nivîsên wî yên gihanbuha pêk tê ji Weşanên Avestayê derket

Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan vê carê bi lêkolîneke kurdolojî didome: Kurd û Welatê Wan Kurdistan. Her xwendinek an jî lêgerînek a di nav rûpelên Hawarê de fikr û dîtinên nû dide mirov. Ev berhema ku niha derketiye jî  di encama yek ji van xwendin û lêgerînan de derketiye holê. Pirtûk ji bo kesên ku nikarin di nav Hawarê de bigerin, yan jî îmkanên wan nîn e Hawarê digihijîne wan.

 

Celadet Alî Bedirxan,  di nivîsa destpêka kitêbê de wiha dibêje: "Belê xorto xwe binas, lê ne ser pelekî, xwe qenc, bi dehkere û bingeh binas.
Heyina te, heyina milletê te, tenê bi hatin nasînê tête pê. Hetanî ku tu meyî naskirin, xwe medî nasîn, di nav koma milletan de cihê te nîne.
Ev kitêboka ha ji bona vê yekê hatiye nivîsandin. Belê armanca wê ev e: Te ji te re dane naskirin.
Xorto! Tu çîlê milletekî kevn, nîjadekî mezin î. Pêşiyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurrê kurdan, neviyê medan, dahatiyê ariyan î...
Dîsan nizanin ku kurd ne avzêm in, kanî ne. Bi dagirtina çem û rûbar bête girtin jî serê kaniyê nayê. Ew dizê û di ber bendan de dipingire, rojekê li wan tête hev di ser wan re diherike û wan di bin pêlên xwe de hildiweşîne.
Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin.
Keçê! Di van gotinan de para te ne hindik e. Keçê! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ku min şîretan lê kir û kar û xebata wî şanî wî da. Belê keçê, ev xortê ha xortê te ye...
Keçê! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ku li pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebit. Keçê! Tu di herkar û deravî de arîkara xortê min î. Tu ê pê re bijî, pê re jî bimirî.

Kurtejiyana Celadet Elî Bedirxan
Ew di sala 1893'yan de li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn li Stenbolê xwend. Di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas bû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên kurd pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922'yan de tevî birayê xwe Kamiran Elî Bedirxan çû Almanyayê û li wir xwendina xwe domand. Di 1925'an de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîreyê ma çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30yan de dest bi xebatên çandî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Alfabeya kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Elî Bedirxan, di 15'ê tîrmeha 1951'ê de li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

RÊZA CELADET ALÎ BEDIRXAN
- Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî)
- De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)
- Were Dotmam (Şiîrên Hawarê)
- Kürtçe Gramer (tevî Roger Lescot, bi tirkî)
- Edirne Sukûtunun İç Yüzü (tevî Kamiran Bedirxan, bi osmanî)

Kurd û Welatê Wan Kurdistan/ Celadet Alî Bedirxan / 112 rûpel