Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Giyana demê cidiyeta jiyanê: Nêrinên Azad

Yên ku giyana demê û cidiyeta jiyanê fam nekin, dibin mehkûmê windakirinê. Ji lew re jiyan ne xumar e û her tim bi rasthatinan li rûyê mirov nakeve. Kesên ku bi çend rastîhatinên erênî, çend ceribînên baş pêşeroja xwe diyar dikin. Tiştek ji rastiya kuantumê fam nekirine û jiyanê di nav lepên çarenûsê ve berdidin.
Kesê ku ne bi rastiya jiyanê re, bi hînbûyînan tevdigere û çarnûskar e. Ev tişt di karvaniyê de mîna seraserabûnê derdikeve holê û dema ku bi çend tespîtan tîne ziman, wekî mijareke ji rêzê rastiyeke hêsan xuya dike. Lê ne wisa ye. Bi qasî têkoşînê jiyaniye û bi qasî ku çarenûsa me diyar bike girîng e. Ger mirov xwe diyarkerê kêliyê, demê û jiyanê ne kin, mirov jiyanê ji xweberatiyê (ku tiştekî bi navê xweberatiyê nine) û însafa pergala daniye re bihêle. Ev yek hem ji dogmatîzm û çarenûskariya dîrokî ku di vê axê de reh berdaye tê hem jî ji giyana koletiyê kûr tê. Çarenûskarî, hişmendî, feraset û nêrîneke razber e. Di wateya erênî de jî, neyînî de jî razber e. Tiştê digire dest çend alî şênber û darîngî bin jî, şêweya girtinadest, nêrîn û fêmkirin razber e.
Niha em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku têgihîştinên me, dê bi me mezin bidin qezenckirin, şaşîtiyên me jî dê mezin bi me bidin windakirin. “Em di ferqa girîngiya pêvojê de ne” gotin hêsan xuya dike, lê jiyan nîşan dide ku rastiya vê jiyanê ne qasî û ne jî gorî vê gotinê ye. Gotinên me heyanî radeyekê rastiya demê îfade dikin, lê karvaniya me, jiyana me tarta hişmendiya deh hezar salan şekil digire. Ger têgihîştin kirin be, divê em li ser dûrahiya mawêna gotin û kirînên xwe bisekinin. Wekî mînak; Rast e, em di pêvajoyeke dîrokî ya çarenûsî re derbas dibin. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelên herêmê, heta jî bo tevahiya mirovatiyê risteke pêşengtiyê ya diyarker lîstin, wekî keyseke dîrokî derketiye pêşberî me. Em dikarin bêjin ku ev fersendeke dîrokî ya wekî serdema neolotîkê ku dapîr û bapîrên me tê de rasta diyarker ya pêşengtiyê lîstibûn. Em her roj vedigerin qala kokên xwe yên qedîm, avakariya xwedewandan û pêşengtyiya Aryenîkan dikin. Lê gelo em çima rasta xwe ya îroyîn, kar, xebat û tevlîbûna xwe ya îroyîn li ser vê bingehê nanirxînin, bi vî girîngî û têgihiştinê nêz nabin? Gelo qey neolotîk bêhtir girîng bû, an jî ‘niha’ ya me kêmtir girîng e?
Em dema qala dapîrên xwe, xwedawendên xwe dikin, em ê bêjin “Ji ber ku baş tê nedigiştin, baş nikarîbûn nirxên xwe biparêzin. Em dibêjin ‘baş ne di ferqa serdestiya mêr û fênekiya mêrê serdest debûn, lawa hatin xapandin.’ Gelo em niha di ferqa çi de ne? Têgihîştina me ya jiyanê ya demê ji wan pêşketîtire, gelo? Divê em tevlibûna xwe ya tevgerîna demê, ya diyarkirina pêşerojêli ser bingeha van p irsan binirxînin û pirsiyar bikin, wekî mînak; Rojavayê welatê me di nava dorpêçê û dibin êrîşan de ye. Hin livbazî li hemberî vê yekê tên kirin. Nabe ku em bêjin “De her roj çalakî hene, ez îro neçim jî dibe, dê rojeke din biçim.” Nabe ji ber ku şoreş bi têkoşîna vî gelî pêktê. Her kêmasiya me, şer hinekê din dirêj dike, hinek din dibe hincetya rijandina xwînê.
Disa niha em hîmên jiyana xwe ya xweser a demokratîk ava dikin, da ku ji hêzên serdest re bijin. “Hûnê bihêlin ku em jiyana xwe saz bikin û xwe bi rêve bibin. Hûnê me û mafên me binasin.” Nabe ku em bêjin “Hele ez karê xwe yê din nava pargalê de bidomînim, xwendekariya xwe, karmendiya xwe, bê ku zirar bigihêjê bimeşim. Dema bingeha saziyên kurdewar ava bûn ezê derbasî wir bibim.” Ev helwest nîşaneya xwe ne gihiştîna giyana demê û cidiyeta jiyanê ye. Hejmareke mezin ji me, bi lêv neke jî bi sekna xwe dibêje, “Ji xwe ez bi têkoşînê re meû ez di nav de me. Têkoşîn dimeşe, pêş dikeve. Ne pêwîste ku ez xwe têxim bin vî barî, li ser her kêliya jiyanê bisekinim û serê xwe bêşînim. Ji xwe b imin her tişt çênabe û xira nabe. Hema tiştê ku ket ser milê min û ji min hat xwestin ez dê bikm, xwe tevli bikim.” Ev helwest jî wekî ya din fêmnerkirina giyana demê û cidiyeta jiyanê ye. Ji lewre şoreşgerî tevlîkirin nîn e, ava kirine. Ger em wekî ku bi gotinan dibêjin, nameşin, tê wê wateyê ku an em tênegihiştîne, an jî em hêz û hebûna xwe ji têkoşînê diveşêrin. Navê vê jî di lîteratora felsefeyê de oportunîzm ê, di angaşta şoreşgerî de tawanbariya dirokî ye.
Îro tevlîbûna me ya çalakî û helwestan, kirdebûna me ya avasziya civakî, tunusala şoreşger3ı û welatparêziya me ye. Dada gerdûnê ji me re dibêje “Kok hûnin. Îro ji nû ve li ser kokên xwe ajdan mafê we ye. Ronahiyê bidin dinê.” Divê em vê keysê neborînin, hêviya gelê xwe û mirovahiê ne çimlisînin.

Cavkani;Azadiya Welat