Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Xelek Zeman Bu

Xelek Zeman Bu..

 DSC0511
"Eger gele Kurmeşî iro xwe nasnekê/ Rojekji ware ê eslê xwe jêbîr bikê"
Belê xwendewanen hêja, gelek zeman bu ku min di quncikê malpera Kurmeş, yeku nivîse min teda ten parvekirin, nivîs û helbêst û hakidinji li hela min ket tiştek dini nahet parvekirin, ev bi temami kemasîye mine yani ne sûçe kesîye. Ye nav dıle min ewbu ku malper bibe wek perwerdeya çand û dîrokê me. Hemu her kes fikr û ramane xwe,hunerê xwe, ku hene dikarin lêkolîn û nivîsê xwe  ye wêje, serpehati,cîrok,dîrok hwd.li ser her mijare di nav malpera kurmeşî da bi rêhetî parve bike,li ser wan taybêtan bi rastiji gelek kemasîye me ji hene,têkîldariya me wihevra xurt nine, em li hev nagerîn û hale hevdu, ki diçi  rewşîdaye pirsnakîn, bi herhali ji hevdu dûr dikevin, ew jî li hember cîvakê ji bo me  berpirsyarekî pir zeîfe.


Welat û zîman dibejin ku bi baverî hebun û tunebuyuna meye, angorîku zanîna civakê me li ser sîyaset û bûyera gerdûna dunê pir zedetîre, anji bi çavê min ez wer ditime, pêwiste ku berî hertişti ew gel li ser ziman û çandê xwe ji bi hestyarî be û li her alîye, li herderek, li nav welaten bêyanî û li mal tim time lê xwedî derkêve. Mixabîn derdore min bi bahakî sivîk hünîk dibê û zimane me kurdî disa ji ber wi neçarî nesîbe xwe digri û jebîr dibe heta sîbe ê çi bibê kes nikarî li ser wi ji tişteki bejê yani halekî eceîbe..


Di nav salan dawîyan da li Rojhilata Navin û Welat şerêki pir dijwar û bi kiler berdevam dike. Di nav wi şerî da li her alîye welat bi welat di nav da henê,ji Emerîka û Rusye bejin heta Ewrûpa û Asya  kuli li wi dere ji bo ne azadîye gel û  aştî bi tersî ji bo kare xwe aborîye xwe berjewendiye xwe şer dikin, Rojhîlate navin buye çemê wxün,buye bazara çekdaran û cih û ware qetilan,hinek bi nave Xwedê hinek bi navê demokrasi hinekji bi nave welat derkêtine ole gele Rojhilata Navin dikujin û dixwazin ku li ole rakin,li hemberi wan ji Kurd parastina gele xwe dike û bi rastiji şerekî pir giran pir zor û li bin şertên kotî î bi tengasîye giring li ber xwe didin, Dunê wi şerî temaşe dike û li serhîldana Kurd wi gava şahîdiye dike..Welate Irak, Suriye û nihaji Tirkîye ketîye nav wi şeri û her roj xeberekî ketliam nebeku em bibizin û bijin...


Dem dema ravestandine nine,dem dema nakoki û dijminatî ji nine, dema hevgirtin û yekbuna gele bindestanê, karker û xebatkar,gundi û cotkar hwd. daku ki ji we weki biratî û wekhevî dixazi bijî ê rez û tekosîna xwe ji bo yekbuna gel  iro bi sedcari zedetîri bide ku   xwe ji bo azadîya biryar bike...


Ew gundê ku ez le hatibum dunê
Ji min dûr bi janek hûr iro disa li wi şune
Bê min û bê te wer xemgîn diske
Bêmebest û bêmane li dunê mêzdike

Ez li gund zarokek ber pêz bum
Geh birçî û tazî geh bi eş û jan bum
Diçubum dibîstane bêpênûs û bêkaxûz bum
Bi pêlavê lastîk û cilê perespandîn bum
Pîr û kalê min bitirs bun,bifikarê bun
Nehêsan bu,ev li ber zilm û zordarîya neyar
Li sinora kirkirne vegerîn û filitîn
Lewma ava çemê munzir giran diherîki
Kevîr didan ser kevîr,bi das û tevîr
Gul û sosin dar û ber hemu dişewîtandin
Çi pîr çi kal,çi jin,çi derguş
Ew mêrxas û egiden Dersimî
Weki çelçelok weki ka û dewar bênirxî
Daku çi wi ber ketîn dan ber qurşûn
Kuştîn talan kirin û biderkirîn

Ez li gund fekîr û rût bum
Bi bira û cîran bum
Ne wek iro xerîb û bi tene bum
Ez ji zanım hertişt dihelî û dimîri
Lê ew hesrête nav dilê min
Ew hezkirna gundê min ket namire...A.Haydar Gürbüz