Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Belkî.....

Na looo... Kê got? Bi rastî jî wisa pêk hatiye?”
“Kuro tu çima min didî sondê. Welehî...”
“Heyran nekeve kirê min, henekên xwe bi min neke?”
“Ya xaliq!! Ya rebê alemê!! Tu çi merivekî qafsarî!! Çaxê henekan e lo?!”

“Ê welehî, heke wekî gotina te be, êdî tu tiþtek ne wekî berê ye.”
“Wekî gotina min? Tew û tewo tu hê pey gotina min ketî!! Hê þikê dihajoyî!!”
“Lê wisa be?! Emê çi xweliyê li serê xwe bikin?!”
“Belêêê... þikur ji vê rojê re.. wê te têderxist ku tu yê çi xweliyê li serê xwe bikî.”
“Yaho ez hê jî bawer nakim.... A niha destê min her tiþtî sar bû. Qidumê min þikest. Ricif kete dilê min. Her derê min dilerize.”

"Kuro mêraniya te ev e. Hinekî serxwe be, culet be lo.”
“Ez nizanim niha ez çi bêjim.”
“Aram be. Dêla xwe neke nav nigê xwe. Tu bitirsî jî tirsa xwe nîþan nede.”
“Axx ax... Xwedêêêê xwedêê.”
“Kuro ev çi neçarî ye? Tu çi ha bêhal ketî?... dibe tu digirîyî.”
“Kekê min tu hesab nakî çi hatiye serê min. Ev felaket e. Zelzele ye. Hejarî ye. Neçarî ye. Tunetî ye.”
“Hey looo... îcar çima te dengê xwe hildaye dixî kure kur û digirî.”
“Ji vê xerabtir tiþtek heye?”
“Bi vê kirinê te li pêþ hemû hebûn û tunebûnê xwe da þermê. Jixwe her tiþt wêrtas bûye, te jî hê bêhtir bi vê tirs û bêtaqetiya xwe da navê û herimand. Welehî tu bizdiyayî û te êdî mirinê jî xerabtir kir... Were wiha neke. Ne tu hê serpiyayî. Gere tu bindest nebî. Lê te destê xwe niha ve daye berxwe û belengazî, bêçaretî û rebeniya xwe ji cîhanê re eþkere kiriye.”
“Tu ji çi min hêvî dikî. Êdî per û baskên min þikestine. Ezê çawa xwe ragirim?”
“Belê niha ve bibe serhevdeyê serê xwe û bendewarên xwe. Êdî bila hemû êl û alem te devê xwe de têxe cumek benîþt.”
“Aaxxx ax.....”
“Belê rast e. Ax û ax. Lê tiþtek ji destan nayê.”
“Welehî bilehî ezê xwe bikujim. Sê sondê bênav ezê xwe bikujim.”
“Tifuuu.... tifuu li ser çavên te. Ma ev çare ye? Hema ev hate bîra te. Gêjo, xwerenedîtî... tê xwe bikujî heeee.... efsene, bê hesab, bê hiþ. Huþ be. Madem tuyê xwe bikujî, diwêrî û cesareta te ji bo vê heye. Here bike, ya xwe bide kirinê, ya xwe ser ya wan xwe....  Bi xwekuþtinê tu yê kê þah bikî? Tuyê jana kê bitemijînî? Tuyê ocaxê kê xelas bikî?”
“Dev ji min berde. Bela xwe ji min dûr bigire. Tu dixwazî çi min bidî kirinê?”

“Bietire, aram be. Sebir bike. Hinek av li ser çavên xwe werde.”
“Ehh... Xwedê xera bike.. piþtî vê kîjan çareye ku. Her em çi bikin, tu nabe dermanê bêkêrî û bêçaretiya me. Em çi bikin em xwe dixapînîn... Hela destmalekî bide.”
“Keremke... Rast e. Kê bûye derman ku ez û tu jî bibin derman. Tiþtekî ku êdî pêkhatî ye. Teqez e. Mitlaq e. Her Xwedê bibe çare.”
“Xwedê!! Tego Xwedê?! Hee..  Xwedê Xwedê!!!.. Wekî Xwedê hebûya ev nedihate serê me. Zilma xwedê tenê ji me re heye. Kanî rehma Xwedê, kanî dilovaniya wî. Hema rûyê me nanihêre.”
“Hiþþþ.... hiþþ be. Xwe gunehkar neke. Hêvî ji Xwedê nebire. Tu nizanî mala Xwedê sebrê avaye.”
“Sebir sebir. Êdî Xwedê jî nikare vê sererast bike. Tiþtekî pêkhatiye, bûyî ye, teqez e. Êdî Xwedê dikare vê biguherîne. Ma heya niha tiþtekî wiha hatiye dîtin.”
“Ohhooo. Tu çi sarobaro xeber didî loo. Her çi qasî devê xwe vedikî ew qasî tevihev dikî û dilewitînî. Êdî bibire.”
“Belêêêê belêê... ne rastî tu kêrî kesî nayê. Li hemberî vê rastiyê tu bêçaretiya xwe vediþêrî. Îca rabûyî min sûcdar dikî.”
“Yahoo tu haya jêrvejorî xeber didî û her tiþtî serobin dikîîî, lê ne wisa ye. Lê hiþê te jî ne xwedanê wê zênê, zenê, zanînê û fahmkirinê ye ku tu têbigihêjê yî.”
“De here boo tu çi ser min ve têyî. Mala min xera bûye, îca tu hatî û çi beredayî diaxivî. Ez nikarim vê gavê ji te re têkevim çeneyan.”
“Belê lê gava kêrî te neyê ji min re nakevî çeneyan. Hemberî rastiyê, teqeziyê hewl didî xwebikujî. Bicehime ji min durkeve lo... tu jî meriv î?!”
“Meriv!? Merivtî ji bo çi? Çawa? Wekî tiþtekî din destê min bê ezê di vê rewþê de çi bikim? Wê çi biguhere?”
“Haa wisa were rê. Çîzê dernekeve. Hebûn û tunebûna Xwedê re jî eleqedar nebe. Were û hevrûyê rastiya xwe bibe.”
“Rastiya min. Belê rastiya min wê xwe çi ve nîþan bide. Kela dilê minê wê çawa bitemije.”
“Belê lawê min. Rast e. êdî ya bûyî tu kes nikare biguhere. Lê gorî vê rastiyê jî divê em xwedî helwestekî bin.
“Helwest. Çawa wê pêk bê. Çi bikin ku helwesta me xwe bide der. Xwe kuþtinek jî helwesteke. Çima vêya naxwazin.”
“Belê lê ev mirin e. Tunebûn e. Xerakirin e. lê em bendî avakirinê ne.”
“Ji vê re cesaret divê, xwe ragirtin divê. Lê qidumê min þikestiye. Ezê çawa xwe ragirim. Êdî hinceteke min jî nemaye.”
“Hincet?! ... Rast e lê ez bi ya te nakim. Hincet heye.”
“Tiþtekî berbiçav nîn e. Bi gote gotê jî gayê beþ naçe cot”
“Rast e lê hêvî. Heviyên me hene. Bendewarî. Bendewarê min, bendewarên te, bendewarên me ji me hêvî dikin. Hêvî dikin ku em helwestekî nîþan bidin.”
“Wê çi bike. Tiþtekî berbiçav nîn e. Nayê destan, nayê dîtin. Nayê payîn”
“Lê zêna me, zena me, zanîna me, dîtîna me û ramane mê dikare vê biafirîne, derxe rastiyê.”
“Ma emê çawa bizanibin ka kîjan rast e. Meriv di carekê de dikare dehan ramanan biafirîne.”
“Kîjan fikir rast e, ez jî nizanim. Lê ya ku ez zanim kîjan fikir bi hêviyan xwe ragire û bi tevgerê, bi xebat û lebatê saz bibe, wê tiþtekî bê berçavan, bê berdestan, bê ber rihan ava bike.”
“Gelo wê wextê emê bigihêjin rastiyê. Bi teqezî emê tiþtekî berbiçav û mitleq bibînîn.”
“Bersîva vê tuyê bidî.”
“Çawa?”
“Wekî te niha digot. An tuyê xwe bikujî, an jî wekî ez dibêjim: Hêvî bikî û hewil bidî. Êdî tu zanî. Xwedî biryara xwe jî tu yî.... Belêê ji min re rê hate xuyanê ez diçim.”
“Kuda diçî”
“Êdî di navbera me de cih û hewcedariya gotinê nemaye. Divê ez biçim. Divê tu jî biçî. Lê ku da ez nizanim.”
“Pey hêviyên xwe diçî?”
“Bi gotegotê destxistina tiþtekî mimkûn e, ez nizanim. Ev tewr wê bi kêr be yan bê kêr be, ez baþ nizanim. Lê ez hêvî dikim. Û ji hêviyên xwe jî bawer dikim. Ji ber vê karê min heye divê ez biçim. Min hat agahî da te. Wekî din jî tu zanî. Bi xatirê te”
“Hela bise, neçe, belkî ez jî .....”