Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Lı ser diroka Hîyerarşiyê çend gotın

Herkes qala desthilatdari û hîyerarşiyê dike. Him encamên wê û him jî hincetên wê jî di nav têkiliyên mîrovan de tê guftugo kirin. Ji ber vê yekê jî ray û ramana çareseriyê jî îlla di van têkiliyan ve tê girêdan. Bi ya min ev xwe serê xwe tengasiyeke û riya çareseriyê li ber me ranaxe. Divê berê hertiştî mijar mîrov be jî hewceye war, cîh, dem û destgehên cuda bêne avakirin, ku ev rê nedin vê pergalê. Ev pergala em lê ne bi hezaran sale duv girtiye, kemilî ye û dax riya helwest û deruniya me xistiye.  Ji bo vê xelasbûnê divê em qalibê xwe derkevin ku bi rastî jî ne hêsa ye. Lewre ev mijar jî tenê ne girêdayî têkiliyên înasananin. Belê aktor însanin. Lê têkiliyê wan jî bi xwezayê re hene. Yîsa derveyî taybetîyên fîzîkî û hişmendî taybetiyên hestiyarî û gîyanî jî hene. Kakilê hebuna xweza û gîyanê kiryarên fîzîkî û hişmendî dorpêç dikin. Bi riya hîşmendî û bi lêkolîn û pêşnumayên zanistî xwe bi avakirina teknolojîyê ve dide der. Hiş û berhema hiş wekî teknolojî zorê didine pergala xwezayê û gîyana mîrovahiyê. Dîroka însaniyetê heya niha bi vê şerê hemberî xwezayê meşiya ye. Lê ne gengaze ku ser keve. Herçiqasî hin tişt hatibin zeft kirin jî rewşa hawirdor a berbiçav, rewşa têkçuyîna sinc û sêncê dide xuyakirin ku însaniyet ketiye xetereyê.

Ger, xwarin, xwekirin û hwd bune hinceta xwenîşandayîn û qurekirin ê. Evîndarîyê cîyê xwe daye zayendiyê û jîyana pornografîk. Dostayî û hevalbendîyê ciyê xwe ji parvekirina kar re hîştiye.

Sazumaniya zanyariya endezyarî, aborî, matematîkî, derunî û hişmendî li ser vê pêwistiyê duv girtine. Xebatên zanyarî ji bo tatmîna van hîs û berjewendiyan hewil dide. Lê ev tewş e. Tewş e ku him zerar û zîyanê dide xwezayê û buneweriya mîrovahî û gelemperî hemu zîndiyan him jî têkiliyên mîrovan bi navê rêxistinbûyînê di nav pergaleke hîyerarşîk de dirêse. Êdî kes, şexsîyet winda dibe. hîskirina xwe xwedî derketinê, têgihiştina kakilê bunewerîya kesanîya xwe zehmet e. Êdî kes li gorî pîvanan dikeve nav nikulên çerxê. Pîşe, huner, dîploma, qarîyer û nîşaneyên kiryaran jî ji bo di nav çerxê de cîh girtina asteke bi navê başî, qencî û rindiyê hatiye xuyandin tê bikaranîn. Êdî xwe navkirin, xwe naskirin bi van navgînan ve darî çavan dibe. Kesên digihêjin vê merhaleyê, wek xelat di pêla hîyerarşiya lê ne parîyekî navdar dibin, xwarinên xweşik dixwin, maleke xemilandî dest dixin, jineke xweşik digirin, ku jin jî dîyariya herî xweşik ya pergala mêranî yê ye. Bi gotineke din ziktêri, quretî û pornografî dibe rengê dîyari yê. Ev tiştê bujeyî ne, li ber çavan in destxistina wan jî li gorî pergaleke hatiye ristan e. Kê hinekî hewil bide û li gorî pergalê bimeşe li gorî zerengî, ked û çapa xwe û hinek têkiliyên der û dor dikare tiştekî dest bixe.

Lê pirsgirek girîng an jî bingehîn li ber me çikya ye û tucarî jî naguhere. Hemu feylesof, zana hişmendên pey rastiyê ketine, li gorî dem, derfet û rewşa xwe dipirsin. Wek hemu pirsiyaran ez jî dipirsim; “Ma asta mîrovahiyê, kesaniyê, şexsiyetê ev e? Encama gîhîştîn, kamîlbûyîn û têrbûyînê ev e?

Gîyan, derunî, mêjî, huner, evîn ...

Na a. Ez tu napejirînîm. Li gorî min, divê ev têgihanan nebin xizmetkarê ziktêriyê, xwe qurekirinê, serdestiyê û pornografiyê. Ev têgihên han bi koka xwe gerdunî ne, tevbinî ne û bi riya xweziyê zîl dane. Her kîjan şarîstanî li ser van re derbas bûne û gelek caran rengek danê û heya bigre hincaran herimandine jî lê tu carî lênehanîne û binîve qut nekirine.

Belê şaristaniyan ev têgihanan xistine rêzê, li gorî berjewendiyên xwe pîvanek, diruvek danê. Încx pêk nehanîne ku dîl bigrin. Loma jî tu yek jî ser neketiye. Loma jî hê şaristanî, pergal, rê û rêbazên hişmendî zorê didine kirinên xwe, nebe temîr dikin, hin tiştan jê dibin an jî pê ve dikin. di encamê de guherînan pêk tînîn jî, lê pêkê pê naynin.

Raçevkin li ku têkçûyînek hebe, afiranîyek hebe hemu jî girêdayî kiryarên têgihên wek gîyan, derunî, mêjî, huner û evînê ne. Ji ber ku ev derveyî hesabên beşên zanyarîyê yên ku xwe ji hiş digirin in. Ji ber ku ev derveyî qalibê hiyerariyê yê cemidî ne.

Belê hîyerarşî tiştekî cemidî ye. Pergaleke diruvê wê rû û rîçalê wê dîyar e. Merhaleyên wê hene. Bi riya zagonê diruv diyar bûye. Rêbir e. Korezaniyê, serî tewandinê, çarçoveya peywîran dide ber endaman. Kesên derkevin derveyî pergalê bi navê bersuciyê, dînîtiyê, nexweşiyê, anarşîzmê, terorêzmê têne binavkirin. Û ji wan re sezakirina gîyanî, fîzîkî rewa tê dîtin.

Rudan û duvgirtin

Koka wê dur u kur e. Her çiqasî agahîyên mîsoger ji bo vê navbeynkariyê ninbîn jî çîrok, efsane û mijarên mîtolojîk daneyan didin li ber destê me. Ya ku tê xuyanê, gava mîrovahiyê dest ji zagonên xwezayê berda û biryar li ser jîyana xwe da guherînan jî destpêkir. Edê xwest bibe xwediyê rêgeza xwe, biryara hilberîn, berxwarin û starbûnê ew bide. Êdî berê xwe dan hev û bi hev re mijul bûn.

Ji bo vê jî divê hinekan ji hinekan re serî bitewanda, hinekan erk bixista destê xwe û biryar bida, ên din jî ev biryaran bihanîna cîh. Lê di nav zagonên xwezayê de di dema komarkirina xwrinê tiştekî weha nîn bû. Vêca rewş cuda bû û tengezarî pêk dihatin. Mijara Habîl Qabîl mînakeke balkêş e. Ji bo hevnekirina bikaranîn erkê, parvekirina hebunê, zordarî diqewime û encam bi kuştinê xwe dide der. Rastî an jî çîrokî be lê ji bo destpêka hîyerarşiyê, hilberînê û şaristaniyê diyardeyeke balkêş e.

  hêla cîvatê ve despêkirina cotkariyê, ji hêla pergalsaziyê ve dewletbuyîna Sumer û Misiriyan, ji bo runiştandina hiquqî nivîsandina zagonên Hamurabî, ji bo meşruîyetê feylesofîya yewnanî û şaristaniya helenîstîk gavên girîngin. Lê Roma di vê hêlê de lutkeyek e. hejî bandora binesaziya Romayê ji bo şaristaniya îroyîn jî derbasdibe. Ji ber ku sazî û destgeh, zagon û rêxistin di vê demê de gîhîştine asteke berbiçav. Êdî fenomena Roma; têgeheke, cîhanî ye û di hişmendiya şaristaniyê de xaleke bi dirûvê xwe ve kemiliye. Bi pêşketina teknolojî û avakirina Endustrîyê rengê binesaziya Romayê tenê modernîze buye. Lê xweditîya milk, sazumankariya burokrasiyê, rêxistina leşkeriyê, pêkhanîna avakari, avdanî û danustendina pere û mêl, vekirina bazara serbest û vekiri ji bo aburiyê di dema romayê de gîhîştiye erkê xwe. (bnr. Toynbee)

Hiyerarşi jî bi saya serê vê pergalê di hiş û xunavên mîrovan de cîh girtî ye. Ji bo avakirina zagonan, guftugokirin û bicîh anîn di senatoyan de pêk hatiye. Wekî din hinceta serîhildanên bêhesab jî xizmeta kemilandina sazumankariya polîtîka û leşkeriyê buye hincet.  Herçiqas bi serîhildana Spartakus ve navdar be jî berî wî jî piştî wî jî serîhildanên bê hejmar pêk hatine. Lê tu yekî zor lê nehanî ye.

Ya balkêş ewe ku tiştên ku hinek guherîn di vê pergala cemîdî de cîh hanîne jî kiryarên ne hişanin. Hîs, evîn û bawerîyê pergal sincirandiye û guherîn pêk hanîne. Têkiliya kleopatra û sezar ruyê têkiliyên dewletan û rengê dîplomasiyê guhartiye. Buyerên ku di nav Pers û Romayê ru didan, di nav Misirî û Romayîyan neqewîmîn

Li hember Hîyerarşiyê Serîhildanên Olî û encam

Wekî din pêkhatina mijara Îsayê mesîh tiştekî balkêş e. Bandor û hêza zagon û hîyerarşîya Romîyan  ewqas xurte ku kesên li derveyê pergalê bin bi çarmixê têne sezakirin. Serîhildaneke bi hiş û mantiqan êdî ne mimkune. Ji ber kû ev alavan di destê pergalê de ne û tu carî jî ne gengaze kes tawa wê bibe. Încax tiştên derveyî hiş û aqilan dikevin dewrê ku êdî alternatîfa îlahî bi nav dibe. Lê serketina wê zor û zehmet e. kêmahî 300 salî dikşîne. Bandora wê jî girane ku gava dibe hêzeke bi reng û ruçik û diruvê xwe raste rast nîşan dide, kela pergalê radibe û şewitandina Romayê bi biryara Neronê sezar xwe dide der.

Lê dîsa jî têk naçe herçiqasî hebuna ola xaçperestî bê ecibandin jî tu tiştek binîve naguhire. Xaçperest tenê bi dêrê ve tên dorpêçkirin, girêdayî zagona heyî dibin ku koka sekulerîzmê (laîsîzmê) ji wê demê tê. Xeynî vê ol dikeve bin xizmeta pergala Romîyan û êdî kêmasiya zagonên ku bi mantiq nayên şîrovekirin bi têgihên îlahî ve tên destek kirin.

Herçiqasî piştî têkçuna milê Romayê yê Ewropî, Xaçperest bun xwedî hêz jî dîsa tawa zagonan û hîyerarşiyê nebirin. Heya bigre xwe hîyerarşîyeke şîdandî avakirin û serkarî xistin destê xwe, piştî şoreşa Fransiz û pêkhatina sekulerîzmê hêza wan e îlahî jî sînor bû.

Serî rakirina Hezretî Mihemmed pêkhatina pergala Îslamî jî tu nebu çare. Ew gelên derveyî sinorên Împaratoriya Roma (wê demî Bîzans –milê Romayê a Rojhilat) û Pers dijiyan hercar jî dihatin pelçiqandin. Destxistina hêza bazirganî, aborî û avakirina pegaleke nu di van mercan de ne mimkun bû. Hz Mihemmed di piratîkê de ev dîtîbû. Lê bêzarî jî hebû, hejmara kes, kom, eşîr û cîvatên bêzar her diçu zêde dibû. Kê derfet bixistana destê  xwe berê xwe didane derveyî sinorên van rêveberiyan. Herêma çolistana mekkeyê ji hêla erdnîgarî ve durî hêza wan bu û şêniyên ji bo pêdiviyên aborî, ramanî û jîyaneke din digeriyan xwe ji vî alî digirtin. Loma jî ji Mekkeyê jîyana bazirganî, edebî, fikrî xurt bû. Karwanên bazirganê Hindî, farisî, Kurd, ereb, reşik, kiptî, yewnanî, romî li vî warî kêm ne dibûn. Heryekî rengê alavekî, malekî, çandekî, baweriyekî û derunîyekî pêşkêş dikir. Li aliyê din, desthilatdariya sîyasî û pêkhanîna hêza zagonan lawaz bû û destê eşîran de bu. Tu rengê hîyerarşîyeke hişk û cemidî nedihate xuyanê. Loma jî li gorî şert û mercan pêdiviya guherînê hêsa dibû. Di van mercan de serbestiyek darî çavan bû.

Încax di vê çavkaniyê de afirandina pergaleke alternatîf gengaz bû. Ji ber vê yekê ye di navbeyna 10 salan da ola îslamî li herêmê bu serdest. Loma cihêrengiya beşdarên tevgera Îslamê ji zêde bûn. Habeşî, ereb, kurd, faris, hindî, romî, cihu ketin ber bayê ola îslamê û ev ji xwe re wek riya îbadetê jibartin. Dîsa bi saya serê vê cihêrengîyê di nav cîvatan de belav bû. Herkesên ku ji mebesta abûrî, çandinî û bazarî dihate vê herêmê û guherîn didîtin di dema vegerîna herêma xwe, bi zimanê xwe ev şîrove dikirin. Loma asta meraqdarî, pirsîn, guftugokirin zêde dibû û bi vê re jî pejirandin ola Îslamê hêsa dibû. Herkesê ku ev ol belav dikir pirsgirekên herêma xwe, bêçaretîya ola heyî baş dizanibû. Kêmasiyê heyî û rexnegiriyê wê jî nasdikirin û bi hêsanî baweriya xweye alternatîf wek çare pêşkêş dikirin. Tiştekî Balkêş e tu ol û bîrdozîyek, tevgerek di dîrokê de evqas bi lez û di nav evqas çand û bawerî û cîvatên cuda de belav nebuye. Şaristaniya hindî, çînî, persî, romî û reşikên afrîkî tu carî nedişibiyan hev û ji hev jî agahdar nînbûn. Tenê giliyeke van e hevkar bi saya belavbuyîna Îslamê pêk hat.

Lê pergala islamiyetê ku di destpêkê de durî jîyaneke hîyerarşîk pêk hat, wek mînakên hergav xwe ji vê dîyardeyê, hişmendiyê, pergalsaziya rudayî xelas nekir. Ev pergala ku di demeke kurt de pêk hat, hê binehsaziya xwe jî bi rêk û pêk runeniştandibû. Her çiqasî di navbeyna 23 salan de hukmê Quran’a pîroz temam be jî, di hêla piratîk de cihê xwe negirt û pêk hatina çand û pergala islamî sedansalan kişand û bi mebesta mezheban, ekolan, şaxan ji gelekî veguherîya. 

Tenê ne hêla dînî an jî felsefî, ji hêla polîtîk, aborî û sazumankariya dewletê ve jî mînakên balkêş û berbiçav vê rastiyê li ber me radixin.

Ji bo şîrovekirina vê mijarê raçevkirina bisilmanbuyîna Ebu Sufyan gaveke balkeş e. Berî islamîyetê zengînek, serleşkerek û serdestekî Qureyşî yê mekkeyê bû. Bi belavbuna Îslamiyetê ve berî herkesî wî erîşî Mihemmedê qureyşî kir. Şerên herî mezîn wî li hemberî Hz Mihemmed û hêzên wî darxist. Gava ku hêzên Îslamî hatin Mekkeya bin serweriya wî, êdî hemu hebûnên wî destdiçun. Lê di vê heyamê de bu misilman û di vê qonaxê de jî encama rewşa wî  ev e. Berî islamê zengîn, rêber, serleşker û serdest cîvatê, pazarê û sîyasetê ew bû. Bi hatina hêzên îslamî û bi misilmayîn bûna wî ve tu rewşa wî de tiştek neguherî. Bi avayekî divê bê gotin ku, “ew hikmê mezin xwedayî, quranî û pêxemberanî tu guherîneke serûbînî nehanî.” Heya bigre dubendîtî, tengasî, êş û azarên dilnexweş derketin. Ew çandên cuda di nav hev de nekelijîn û bi riya mezheban di bin baskê navê islamiyetê ji hev durketin. Bi taybetî jî ev cudatî di dema Muavîye ku, kurê Ebu Sufyan’e raste rast encam da û gîhîşte fermîyetê. Li hemberî Hz Elî him bi hileyî û him bi şerkarî derket û desthilatdarî xiste destê xwe. Hz Elî ku, her çiqasî bi eslê xwe ereb be jî, ji aliyê her cîvatê ve dihate hezkirin û ji bo xatirê xwedê û ometa Îslamê bêpertav herkes diparast, dîsa li hemberî ereban têkçû û hate kuştin. Îslamîyet di nav Sunnî û Şiayan de bu dû perçe. Û ev her perçe jî dîsa nav xwe de bune dal û terîqet û mezhebên dinêna.

Em dîsa vegerin Ebu Sufyan û bersêva vê pirsê bigerin. “Çima rewşa wî neguherî? Çima bi her awayî ew serdest ma?”

Îslamiyet belav dibû, pêl bi pêl, reng bi reng însan, dikişiyan vê navendî. Rebenan, neçaran, bêbawerîyan, bawermedên endamê olên din, an jî kesên li ber zilmê, tunetiyê, nerindiyê direviyan, an jî kesên heqîqetê digeriyan, hebûna xwedê digeriyan, mîzgînîya Hz. Mhemmed dîbîhîstîn xwe ji vî warî digirtin.

Di vir de tengasiyeke pratîk derdikeve holê: pêşengî, rêxistin, rêvebirin, avasazî, xwedî kirin, perwerdekirin, û hwd. hewceyî rêvebera nin. Li vir pewîstîya Ebu Sufyan dîyar dibe. Zanîn û kirinên wî, ên berê, niha wê bi alîkariya hestiyariya bawermendiya Îslamiyetê wê zêdetir bi bandorbûyana ku, wisa jî bû. Her çiqasî piştî mirina Hz. Mihemed mezintî û rêveberiya Hz Ebubekîr hebe jî têrê nekir. Her çiqasî Hz Omer cudatî, rengînî û hejariya nav cîvata Îslamî dît û ji bo vê xwest darê Edaletê xurt bike, her çiqasî ji bo vê tunetiyê û navbeynkariyê Hz Osman di dema xelîfetiya xwe de rê û rêbazên aborî sazkirin û xwest bi riya cîvandina ayetên Quranê jî pergaleke sazumankar avake jî, tu hêza yekî negihîşte asta avakariya hiyerarşiya Ebu Sufyan û kurê wî Muavîye.

Wan zanibû ku navbeynkarî, hevrikî, hêrsdarî, kelrabûn hêza binesaziya hiyerarşiyê ye. Loma di nav mislimanan de parvekirina kar û xizmetan li gorî pêşk û tore û hunerê belav nekirin. Pêşî rê dane ereban û ew li der û dorê xwe topkirin. Rengê xarîcîyan diha wê gavê derket holê. Xelîfetiya Hz Elî nehate pejirandin û bi vî awayî bi bawermendîya İslamê bi serdestiya ereban berê xwe dan dewleteke hemberê dewletên farisan, Romîyan û ên din. Ev bawerî bu dermanê vê tunetîya wan. Hz Elî û kesên endamê Ehlî Beyt, ku merîmalê Pêxember bûn, wekî mînaka Hz Hesen û Hz Huseyn hatin qetilkirin. Pêşî milê faris û kiptîyan hate şikênandin. Ku xwedî dîrok, çand û pergaleke xurt bun. Û pişt re berê xwe dan Romaya Rojhilat ku payitext Stenbol bû.

Desthilatdariya ku saz bu, hiyerarşiya ku ava bû, hê ji hêla hişmendî, ramyarî pergalsazî ve xav bû. Civandina hedîsên pêxember, tefsîrkirina quranê ji bo meşruîyeta pergalê hate bikaranîn. Têrê nekir. Bi taybetî jî di dema Abasîyan de wergerandina berhemên şarîstanîya helenîstîk, bikaranîna mantiq, feylesofî û beşên zanînê yên cure bi cure hin caran, wekî mînak di dema şîrovekarên Mutezîleyan de bu hinceta bi binîve rakirina hukmê Quranê jî.

Êdî dewletên islamî, guftugoyên cure bi cure jî wek çandeke ku bi navî Îslamiyetê li riyê erdê avabû. Lê her kîjan alî dibe bila bibe hiyerarşî li vir jî kelijî. Gelek mînakên berê Îslamê jî lê ne. Zagonên Hamurabî ji bo çandiniyê wek tovekî hate raçandin. Li Romayê kemilî û bu kaniya debara burokrasî û leşkeriyê. Li welatê Îslamî bi navê has, zeamet û tîmar ji bo seroke dewletê, rêveberan, leşkeran û gel hate parvekirin ku xwe serê xwe ji bo aburî û bi hevre girtina rêveberiya burokratîk hîmekî girîngbû. Bi dema qapîtalîzmê para hevkar ya koman, burokratan hate birîn û wekî din hemu rû û rîçalê xwe ji îro jî bi navê milkiyetî arîzî berdewam e. Li dewletên sosyalîst jî para milkiyeta arîzî hate birîn û bi binavê milkiyeta hevkar di bin îmtîyaza burokratan de ji bo wan hate serbestkirin, ku piştî têkçuna sovyetê wan burokratan ew xistin milkê arîzî û di carê de bune zengînên cîhanê.

Li ser pergala hîmê hîyerarşiyê para aktorên serdest jî gîhîşte ewlehiyê. Ji bo vê jî mantiqek, hişek û pergalek saz bû. Perwerde kete xizmeta pergalê û meşruyeta wê parast. Mamosteyên wê jî, bi nuansê xwe ve wek mele, şêx, pîr, seyîd hatin binavkirin û bi zekatê û bi bac û bi destmizê hatin parastin. Hiyerarşiya burokrat û leşkerîyê bi rutbeyan, rêveberên dewletê bi sultaniyetê hate avakirin. Dîsa eşîr û rêveberiya wê jî hate parastin û bi xwe şerê di navbera wan de rêveberiya dewletê jî diyar dike. Nizamul Milkê Faris ku wezîrê Selçuqyên bi koka xwe Tirkbûn re xebitî û binesaziya zagonên Îslamî rêkûpêk kir. Di demê de Sultan Tirk bin jî rêveberî û burokrasî di dest Farisan de ma. Gel jî Asurî, Ermenî, kurd û faris û Tirk bûn. Pozîsyona cîvatê jî dîyar bû bû.

Divê balbêkişandin li ser têgihên wek mele, şêx, pîr, terîqet an jî eşîrê ku ev berî îslamê jî hebûn. Hemu rêza hîyerarşiyê, sembolên wê, erkê bawermendiyê bi islamiyetê re gîhîşte asteke hevkar, di rengê sazî û destgehên mikemmel de, ên wê demê, hate hunandin.

Lê îro ev gîhîştîye asteke balkeş û herî xurt e û bêpîvan e. Wek mînak li Erebistana Suudî ku rêveberê wê xwe bi pergala pêxember ve girêdidin û wahabî binavdikin him şêx in, him mele ne, him serokeşîr în, him serleşker in, him serok dewletin, him jî zengînê dewletê an jî cîhanê ne. Tebaya wan, gelê li vî welatî wekî karker li deverên din hatine û dixebitin, erebên vî welatî jî ji xebatê ji xwe re qar digirin maaşekî ku li gorî zengînîya vî dewletî kêm e digirin û karê burokratîk ve mijul dibun.

Mafê jinê jî tu carî di nav cîvatê de nîn e û hewceyî guftugokirnê nîn e.

Bi pêşketina hejmara şêniyê welêt bêkarî, xîzanî ru dide. Êdî rexne zêde dibin. Dilêşê tê ziman. Rudanên cîhanê li vir jî destnişaniyan dide der. Encax ew jî xwe diguherînîn û ligelî sermayeya cîhanê dibin. Êdî Melîk Erebistanê piraniya hebuna welêt wekî milkê arizî bikartînîn û dahatuya wê ya pêtrolê jî welatên rojavayê bikartînîn. Çarparan parekî li welatê xwe bikartînîn.

Hişmendî û Modernîzm

Di hêla hîyerarşîyê de, di hêla pergala hişmendî de cîvata endustrîyal gîhîştîye asteke bilind. Şerên giran di nav mezhebê wê de pêk hatine. Sosyalîzm, kapîtalîzm, Nasyonalîzm di sedsala bîstemîn de bune hinceta mirina nêzî 100 mîlyon mîrovî. Heryek jî di nav xwe de wek ekolan û taybetîyan perçe buye û dijminahî ji hev re avakirine.

Lê îro, di destpêka sedsala 21emîn de, bi pergala globalîzme ve hîyerarşîyeke em lê dijîn heye. Em dikarin vê di navbeyna çend beşan de bînîn ziman.

Zordestîya li ser Pênaberan

Pêşengên vê rewşê herçiqasî îddîa dikin û dibêjin netewperezî, nijadperezî li holê rabuye jî, derewa herî girîng dike. İro dewletên pêşketî pênaberan li gorî zagonên îmze kirine hilnadin. Li gorî pêdiviyên xwe hildidin. Dema pêdiviya wan karkerên karê destan wekî paqijiyê, avakariyê, xarinçêkirinê û xizmetkariyê bike pergal sistkirin û kê hat hildan. Piştî ji vê hêlê ve têr bûn êdî rê birîn. Heya bigre desthavîtine jîyana arizî û rê nadin zewaca evîndarên dilsax jî. Lê vê gavê dixwazin karkerên kalîfîye wekî zanayên compîturê, endezyariyê, aborîyê û hwd bigirin. Loma jî rê ji van kesan re vekirine û heya bigre rêbazên handanî jî bikartînîn. Derfetên xebatê pêk tînîn. Dîsa wekî karta kesk ku li amerikayê dihate bikaranîn, niha li ewropayê jî di rojevê de ye.

Lê tenê ev jî nîn e. Kes, kom û cîvatên li ewropayê ne, ne xwedan mafê ewropîyan in. Hemu di bin kontorola polîs û hêzên ewlehî de ne. Wekî din bi navê perwerdeyea ziman û pîşe bernameyên asîmîlasyon, întegrasyon, adaptasyonê tên meşandin û armanc ewe ku kes, kom û cîvatên bîyanî hemu vîna xwe teslîm pergala heyî bikin, taybetiyên xwe bidin alîyekî. Heke ev nebe zagonên heyî tên bikaranîn; dozger, îstîxbarat û polîs bi ser navê ewlehiyê dikevine dewrê. Ji bo terikandina welêt bertekan dihavêjin û hemu rê û dirbên teslîmîyet û terikandinê nîşan didin.

Di rewşa îroyîn de pênaberên ku qala pêdiviyên olî bikin. Ne tenê bisilman, xaçperest, budîst, êzdî jî yekser di bin kontrolê de ne. Ne tenê kirinên wan, nîyeta wan jî di bin pirsîyariyê de ye. Lê ev rû bi rû ye, dur ve an jî nêz ve lê bi dizî an jî veşarî tê şopandin. Kar, têkili, nivîsên li ser malpêrê, telefonên dost û hevalan, têkiliyên navnetewî û hwd gişt di bin kontrola hêzên ewlehî de ne.

Sazumankariya Zagonan

Zagonên neteweyî û navneteweyî, zagonên ji bo mafê mîrovan an jî pênoberan xwedî wateyeke hîyerarşîk in. Yek li gorî pêdiviya netewa serdest hatine avakirin. Di nav vê netewê de elît an jî bijarte, rêveber, leşker, polîs, sîyasetmedar, zanyarên endamê zanîngehan xwedî îmtîyaz in. Endam an jî rêveberên komelên cîvakî û li gorî pêdiviya netewî hatine avakirin jî di rêzê de ne. Mafê jinan û heywanan piştî vê cîh digre. Di bintara hîyerarşiyê de mafê karker û karmend û pey re  bêkar, pênaber û bîyanîyan tê.

Destura kiryarên her pêlê cuda cuda ye. Seza jî li gorî wê rêz dibe. Wekî mînak bertîlgirtin suceke. Lê bi kefaletê serbestî gengaz e. Încax pîvana kefaletê wisa hatiye dîyarkirin ku, karkerek, xebatkarekî qezenca xwe li ser milê xwe dimeşîne tu carî nikare bide. Her çiqasî bi gote gotê herkes li hemberî zagonê wekhev be jî di rastiyê de zengînekî îroyîn re berdela wê têştekî hêsane. Loma ew digihê îmtîyaza serbestiya kirina bertîldayîn û girtinê.

Dîsa li ser navê parastina mafê mîrovahîyê sazî û destgehên dewletên pêşketî dixwazin welatên din di bin kontrola xwe de bigrin. Rewşa kurda dîyar e. Çendin salin Mihkemeya mafê mîrovan an jî komeleyên navnetewî tespîtên li Tirkiyeyê hemberî Kurdan diqewîmîn tespît dikin. Seza didin, lê divê bê pirsîn “di rastiyê de çi çareser kir? An jî cezayê tirkiyeyê bi peran da çi rê û dirbên polîtîkaya tirkiyeyê guhart?”

Zanîn û teknolojî

Mixabin zanîn û zanyarî jî îro di bin bayê hîyerarşiyê de ye. Wekî mînak xwendekarekî Misirî bixwaze ku li Almanyayê li ser polîtîkaya pera ya almanyayê doxtoraya xwe binivîsîne. Ji hêla zagonî û mantiqî tiştekî normal e. Mafê kesî nîn e tiştekî bibêje. Lê di rastiyê de ev kes tu carî li almanyayê Profesorekî nabîne ku destekariyê hilde û dest bi lêkolînên xwe bike. Ev li Amerîkayê jî, li Japonyayê jî wisa ye. Bendewariya profesor ewe ku ew kes li ser welatê xwe lêkolînan bike û agahîyan bide wî. Yanî bi vi awayî zanînê, agahiyê li ba xwe dicivînîn. Ew burs, handan û projeyên navnetewî jî ji vê armancê dimeşin. Bi vî awayî agahiya hawirdor diçe navendên welatên pêşketî û di enstîtu û zanîngehên wan de kom dibin. Roj tê ew profesorê ku van agahiyan dide hev wek rapor, makale an jî pirtuk pêşkêşî hikumet, sazîyên aborî û ewlehiyê dike. Pişt re bi projeyeke nu, berê xwe dide welatê xwendekarê xweyî doktorayê semîneran dide, wek aqilmendiya weletên paşdamayî dike.

Di vê merhaleyê de xwendekar jî tiştekî nuh hîn nabe. Ji bo payeya doxtoriyê agahiyên welatê xwe pêşkêş dike û dîsa vedigere welatê xwe.

Hikumeta profesor an jî sermayedarên welatî wî bi saya van agahiyan têkiliyê xwe ji dewletan re avadikin û serdestiya xwe dimeşînin.

Li Enstutiyên lêkolînê an jî beşên lêkolîn û pêşdebirinê ên şirketan li ser mijarên cure bi cure analîz û xebatan pêk tên. Dermanekî dibe çareyeke nexweşiyekê, amureke nu tê afirandin bi riya çapemeniyê wek mizginî tê belavkirin. Lê bi riya patentê xeynî wê şirketê an jî wî dewletê tu kes nikare ne vê dermanî ne jî vî amurî hilberîne. Divê îllah pere bide û bikire, ku incax ev şans jî ji bo dewletên pêşketî, şîrketên xurt û  kesên zengîn gengaz e.

Amur û derman û hebunên bi bayê bezê li nav cîvatê de belav dibin jî pergalê xurt dikin. Hebuna navgînên veguhastin û ragihandinê jî ji bo vê mînakên berbiçav in. Lê formula Coca Colayê hê nayê zanîn. Patenta avakirina mîcrosoftê serbest nîn e, an jî nayê kopî kirin. Aspîrîna ku gelek derdan re çareye bêyî kontrola şîrketê an jî dewletê nayê belav kirin û frotin. Eynî marke ya Mercedesê li welatê xwe Almanyayê cuda ye, li Tirkiyeyê an jî amerîkaya latînî û çînê ne wek hev in. Hemu peykên li ser malên me berê xwe da ne peykên navendî çand, bîrdoz, zagon û rihê pergalê jî dikşinîne mala me. Wekî din bi vê rê, bi saya telefonê an jî van pêykan, di mala me de çi dibe bi vê rê tê şopandin.  

Aborî, hinceta hertiştî

Heke wek hercar bê pirsîn “çima ev hîyerarşî?” Ev pirseke bêbersîv an jî pirbersîv e. Lê dikarim vê bêjim ku ji bo bersîva vê divê encamê bikolin. Wê wextê hebûnên aborî xwe li ber çavê me zîq dikin. Ev gotin bi taybetî jî ji bo rewşa şaristaniya îroyîn û cîhana rojavayî rewa ye. Lê gava berfirehî dîrok bê nirxandin diltêrbûn û tatmîna egoyê bi avayekî bes e. Hacetên vê jî cuda ne. Bi aliyekî wekî fravunê Misre Qayîşkêşana bi xwede re, bi alîyekî xeynî zengînîya aborî qehremanî û meqama desthilatdariyê, xizmetkariyeke cîvatî, alîkareyeke nefspiçûkî an jî afirînerîyeke edebî, zanistî û feylesofî jî dibe hinceta vê diltêrbûyînê.

Lê iro erkê van hewildanan di nav pergala serdest de hatiye fetisandin. Êdî erkê serketinê karkirin, qezenc kirin û zengîn bûyîn e. Çavkanî jî ne pêwîst e. Fabrîka, banke, borsa û erkên wan dîyar in; lê nebe beşdariya çeteyan; firotana tîlyakî, şêlandina xezineya dewletê, bankeyan, şîrketan, rêxistinan an jî kesan; dizîna hemu hebûn û hêjahîyan; ji bo destxistina qezenca hêsani bi riya fuhuşê firotana ferdên malê wek jin, qîz, kur; avakirina partî fîlm û berhemên pornografîk; xwarina her cure bertîlê; xizmetkariya her terîqet, dewlet, îstîxbarat û rêxistinan; avakirina çete, rêxistin, terîqetan û hwd rewa ye. Sinc, şan, şeref, însanîyetî, merdî, dostanî, evînî, bawermendî jî li gorî vê dîyar dibe. Heke pere hebe hemu têne firotin, an jî tên kirîn. Lê tenê pîvanek, krîterek heye: divê li gorî zagonê be ku, di rastiyê de zagon van kiryaran qedexe nake lê çarçoveyekê dîyar dike û kesên derdikevin derveyî çarçoveyê asteng dike, û divê ji bo rewabûna çavkaniyê gav bên havêtin. Wekî bexşîş dayîn, sazîyeke cîvakî, olî an jî xizmetguzarî, beşdariya organîzasyonên spor û xelatkirinan kesên navdar û herwekî din.

Wê gavê hertişt tê şuştin û herkes di nav pergalê de ciyê xwe digire. Êdî pergal xwe bi xwe wî kesî diparêze.

Û di vê rewşê de hergav rapor tên pêşkêşkirin, qala parvekirina zengînîyan tê kirin û her sal jî daneyên lîsteyên zengînan tê daliqandin, an jî çarçoveya xetereyên hejariya mîrovên cîhanê tê şîrovekirin. Ne hewceye ev cardin li vir bên rêzkirin.

Lê divê bê zanîn

Yek: Zengînan zengînîya xwe ne ji jîrbuna xwe, ne ji serwextiya xwe, ne jî ji kedkariya xwe girtine.

Didu: Hejar hejariya xwe ne tiraliya xwe digirin, ne bêkêrbuna xwe, ne jî korezanîya xwe digirin. Zagon, dem, destgeh û pergala avakiri hîmê zenginiyê ji zengînan re, himê hejariyê ji hejaran re dihûne.

Ne hewceye hemu pergala qapîtalîzmê ji bo vê îdîayê têxin mijara guftugoyê. Lê tenê mînakek ji bo hîyerarşîya hindurê netewdewletê û navneteweyî divê bê pêşkêşkirin.

Em cudatîya di nav hêjahiya pereyên dewletan destnîşan bikin. Heke balê dikşîne di cîhanê de dolar, yen, euro, sterlîn, frank perê herî hêjane û  di qada navnetewî de xwedî bihayê xwe ne. Û nîşana zengînîya dewleta ne. Perê çîn, rus, hîndîyan, tirkiye an jî ereban ne li holê ye. her çiqasî bi qanunan qîmetê peran bê guhartin jî guherbariya wê ye navnetewî rolek giring dilîze. Divê heyamê de li gorî dolar bihayê wan çi dibe bila bibe, ne perê erebên zengîn, ne jî perê tirkan, persan, rusan an jî dewletên latînî derbas nabe. Ji ber ku zengînîya zengînan, hîyerarşî û sazumankariya dewletê, hilberîn û afirandina patent, zanîn, û teknolojîyê destekariyê nade. Yanî herçiqasî melîkên Ereban, serdestê kastên hindîstanê, kurê burokratên payebilind an jî rêveberê mafyaye ên Rusyayê di lîsteya zengînê cîhanê de cîh bigirin jî, zengînîya wan li welatê wan de ne xwedî pergaleke yekta û ristandiye. Loma wan jî pala xwe dane welatên rojavayî yê zengîn û li ser binesaziya wan xwe li ser pîyan digirin.

Em werin pergala li van welatan û têkiliyê hêjahiyên pereyan. Maaşê karkerekî li almanyayê kêmasî 1300 Euro ye. Heke vê kêmtir be dewlet destekariyê dide. Kesekî vala ye û kar ji destê wî nayê salê ji dewletê navbeyna 7.000 Euro alikariyê digire. Piraniya van jî pênaber in. Yanî kesekî herî xîzan wekî pênaberekî Kurd royê 20 Euro digire.

Karkerekî li bakurê Kurdistanê an jî kurdekî karker li tirkiyeyê bi avayekî fermî mehê asgarî nêzîkî 230 euroyî digire ku ev kesan di nav cîvatê de bijarte ne. Wekî rastiyê heke qezenc ji serê kesan bê belavkirin Li Kurdistanê, ne mehane, incax salane 500 euro ye. Ev jî rojane bin 2 Euro ye.

Bi hêsanî Kurdekî Kurdistanê li gorî pêvana rojane deh qatî zêdetir kêmî Kurdekî Almanayê pere dest dixe. Lê li vir nayê wê wateyê ku Kurdê Almanyayê çend qatî zengîntir e. Ev şaşitî ye. Ji ber ku heke nanek li tirkiyeyê 20 Centî be li Almanyayê ew nana 2 Euro ye. Wê wextê Kurdê Kurdistanê 10 qatî erzan distîne. Û bi vî awayî berawirî hev dibe.

Di encamê de herdu Kurd jî di hêla debarê de nav tengasiyê û tunetiyê de ne, herdu jî hewceyî alikariyê ne, herdu jî di pileya hiyerarşiyê de bindest in. Lê zenginiya Almanyayê bi alikariya dewletê ya rêkûpêk vê telafî dike. Li kurdistanê jî hemu cîvata malbatê dest dide hev û encax debarê dike, an jî car caran wek kirinên AKPê vê dawiyê di dema hilbijartinan da alikariyê ji bo dengan digirin.

Lê heke em di qada navnetewî de herdu Kurdan ruberî hev bikin. Kurdê pênaber dibe xwedî avantajeke mezin. Wekî sexbêr be û ji 7000 hezaran 500 euroyî bide hev, dikare li Antalyayê bi hêsane di oteleke 5 stêrk de çend rojan wek turîst derbas bike ku ev beranberî qezenca saleke Kurdê Kurdistanê ye. Heke Kurdê Almanyayê pîleyekî jor be, yanê bixebite û ji qezenca salane ya 15000 Euro’yî 5000 hezarî bide hev piştî çend salan dikare Tirkiyeyî avahiyekî, an jî dikanekî bikire û çend kesan jî ji xwe re wek karker bigire.

Cudatiya van herdu Kurdan girêdayî zenginiya dewletên lê dijîne û hîyerarşiya navnetewîy ye. Heke em vê gelemperî bifikirin. Sermayedarekî Amerîkî, Almanî, Fransî an jî Japonî, li çînê, li Hindîstanê, li Amerîkaya Latînî Fabrîkeyan diçikîne. Ji ber ku wir erzan dideçêkirin û li welatê xwe biha difiroşe. (Wekî mînaka jorîn nanek li kurdistanê bê pijandin lê li almanayê bê firotan), bi saya serê cudatiya bihayê malê xav, karkerên erzan û baca kêm di dema hilberînê de an jî firotana biha di dema berxwarinê de hergav zengîn daha zengîn dike.

Serencam

Hîyerarşî êdî buye rengê şaristaniyan. Herçiqasî dijberên vê pergalê hebin jî dîsa di rewşa îroyîn de bêyî wê nikarin tiştekî rêbixin. Wekî mînakên jorîn serîhildanên pêxemberan ji Îbrahîm heya Musa, İsa, Mihemed, Zerduşt û Manî yê Rojhilata navîn, anjî Konfîçyus, Buda û Lao Tse yê Asyayî pêka wê nehanîn. Rêveberên cîvakî an jî polîtîk wek Marx, Lenîn, Che Guevera, Mahatma Gandî, Nelson Mandela, Marîya Teresa, Martîn Luter Kîng her çi gotin jî bi dil an jî bê dil veguherîn û bûn malê pergala heyî.

Lê hê çîrok berdewam e. Hê hêvî hene. ji ber ku evîn nemiriye, dorbêç bibe jî hê dengê hunermendin afirîner tê, hê bîhna kesên ku baweriya xwe bi peran naguherin în tê. Hê niqaşên mêjiyên ji bo azadiyê ramanan li ser bergan rêz dikin têne xuyanê.

Ehmed Pelda