GUND Û ZAROK - İsmet Banguş
Ne derdêk ne tiştek me eleqedar netekir;
Her dem di nav lîstikan de bûn , li jêr û jûr
Ne tirsa xofan hebû, ne ên qertîboz û gur
Bi hewra dilîstin car caran li nêz caran jî li dûr
Em zarok dest qelişî, por gijik, gep sor.
Sibê radebûn çav bi şîlkem dest bi qilêr Digirîn, dikenîyan ne birçî ne têr, Denge mirîşk,pisîng tewlihev dibû li der, li bêder
Ne germa taqe me dikir ne jî sar
Em zarokên bê dert bûn , û bê keder.
Digerîyan carek taxa jûrin carek ê jêrin
Di dû me da diqirîyan: „lo pirr dûr merin !“
Me ne dengê van dibîst ne jî qarîn,
Me xwe gewz tida di nav axe de û heşîn
Em zarok bûn taqa me netekir ne wastîn ne êşîn.
Listikên me ew bûn:werşonek, qiçqiç, sencik
Bi çir jî dilîstin, dû hew dikirin nav zevî û tapik,
Ji ber beroj de bigir, heta jêr gund zambiq,
Deng didan hev ni gir, ne qiçik,
Em zarok bi hev şa dibûn pirr û hindik.
Gava êvar dibû, diketin ser rîya mal,
Tijîye oden dibûn jin, zari, pîr û kal,
Me fam netekir çi zû derbas tebû mehe û sal
Qîjeqîje pitikan deng dida ên rindik û delal,
Em zarok bûn netema ne teqet, ne hal.
Li odeyan diciwîyan rûteniştin li ser meqet, û kulav Gava dihat û diçûn hertim didane hew silaw,
Ji me zarokan dixwastin time tasikek av,
Me ev guhdar dikirin gav bi gav,
Em zarok diwastîyan, êdî êdi çaven me diçûn hev.
Zivistanan li ser sobe av germ dikirin,
Kefa sabûna heşîn çave me dişevitandin,
Denge gîrîne li derdoran dibîstin,
Bi tasika ave li ser serê me dixistin,
Em zarok li qilêr û gemar difilitandin.
Roja Îmaman germî di sîtilan de dikelandin , Ji ber ku nîyaz par be, bi biroşan digerandin, Bi heska darînî ev diçerixandin,
Di destê me de kevçî li benda van disekinîn,
Em zarok germî dixar heta vijik vi me diketin!
Gava Heydoyî Kize dihat nav li gund, em li dore diciwîyan Digot:“Sene yaramaz!“ em vi dûr dixwest dida kevîyan, Sepetê xwe vetekir, me mêz tekir bi merex û şaşîyan,
Em li hêvîye hebûna fîrfîrik, Cûmak benîşt,balon,û titikên laylon dipan,
Lê vî kerê xwe bartekir, berve dida Zêvrage bihevre dimeşîyan.
Li sunet û dawetan digerin bi dor bi dor Dixwar û vedixwar heta zik lotik dibû bê sînor, Keçên azep kinc li xwe dikirin,kesik,zerik û sor.
Cameran simbêl şe dikirin,bi hev re govend dikişandin qor bi qor,
Me ev fam dikirin lê em zarok bûn ne kêrr bûn, ne jî kor.
Li qurbanan pez serjêtebûn, dihat gurandin, Kê çi nîyet bikirana,bi beçî xûn li henî ê xwe dixestin, Bêjing di bin baskan, ev par bi par belav dikirin,
„xade Nîyaze te qebûlke!“ dihat bi levkirin,
Kêfa me dibû ên kûtîyan, jiberku em xadanpar dihat hesibandin.
Seyîd dihatin ciwat çê dikirin dibûn nîvan bi mehan Di bin van de du doşek, balîf li paş piştan, Xarine xaş li ber van, dixarin bi îşteh li hember çavan,
Talibên van ji ber ku kile bigrin, dikişîyan heta destan,
Em zarok av li dewê me diçû, em diçilizîyan.
Ser seketên me dirî postal kun, îşlig pîne, Girên me me nedîtin kane em kîne?
Ji feqîr û neçarîye li ser me nesekinîne!
Dîsa me li nav xazaya xweş, nexweşî nasnekirine,
Em zarok bi ax û kevir, zarokatîya xwe derbas kirine.