Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

BERXÊ NÊR Û DÖNER-İsmet Banguş

      
Li nav jîyana aborî ê me Kurmancan de ajalî cîhekî giran digire.Koçerber bi dawîbûna bihare ,ji ber ke deşt germ dibû hêdî hêdi pez mal û melal derdixistin arên bilind.Li zozan, bi xwe di navberî çîyan û deştan de radigire.

           Xezaya arên zozanan ji despêka bihare heta serpayîze bi giranî heşîne.Reng bi reng gulik,çêre,ribês,kirkor,günî,xerbek,pîxik,anix,şafir,siqulîng,pîvok,nêrebend, cûr be cûr heşinî zozan dixemiline.

Ser çîye zozanan heta mêha tebaxe berf lê dimîne,nehal bi dengê ave dişeqîne.Koçer ar bi ar bar dikin,kon ê  reş wetegirtin. Kerîyên pez û kerîyên celep/sexel cûda dihat çêrandin.Em zarok bi denge xulpe xulpê meşka mast bi xwe dihuesîyan.Me dest û dev ru neşoştî nanek dikir destê xwe diçûn ser sîtila maste ji bo tuyê maste.Di nav me zarîyan de pêvçûnî derdiket ka ew xarin heqê kêye!

            Dîya me bi hêrs diket, meşk li ser sêpe dihîşt ,bi heska darik li me dida,û digot:

“Kî pirr bi şuxile,diçe ber pêz û alênc,ew ê tu bixe!“

Paşe de qayînda dew xelas dibû,meşk li ser sêpe dihat  jêkirin devê meşk vetekirin û berdedan nav parzine.Ev dihat darivandin, dew tijîye qulpike,nav parzin de  rûne teze dima. Zarîyên ku li tu par negirtibûn hebek rûn didan ser kerîyek nan û ev bi vî razî dibû.

Kare jinan neqedayî bû ! Di dûra li kanîye av dianîn,postik kulîn paxiş,mal avêlk dikirin,fekê zarokan têr,amedakarîye bêrîye dikirin.

Li paş bêrîye şîr didan hev xab beli tekirin. Paş şîrfirşikkirine,nane nîvro dihat xarin.Şiwanen pez kulavên xwe digirtin li cîhên bêdeng radaziyan.Ji bo şiwanen celep xarin bi rê dikirin.Şûjî dikelandin lor jê derdixistin.Penîre give dikiren nav parzinan diguvişandin,di dûra çend caran vedigartin,dikiren nav çalan li qatir,bergîr bar dikirin dişandin ser rê ya vesayitan,tuccar yan jî bi xwe dibiren bajar ji bo ku bifroşin.Li vegerê ji me zarokan de şekirên şîrin,postalên „Enqere“ car caran fîrfîrik jî dikirîyan.Em pirr kêfxwaş dibûn,me nîvro bi „ werşonek“,êvaran bi „çingirçok“ dilîstin.

Paş vegera  ‘’Deştçîyan“ ên ku zevîçinandin bêder lêxistin, dema berxbire jî dihat.

Li nav meha Tebaxe hêdî hêdî berxbir nêzik tebû.Kerîye sexel dianîn nezik ê obeyan.

Berxik qor bi qor dikirin newal dihat şoştin.Bi şev şiwanen berxikên şoştî li cîhen merg diçêrandin ku ev xwe bi qilêr nekin.Hebrîng dihat çerxkirin.Paş bêrîye destpêye berxbirîne dibû,yek bi yek berxîk şilfdikirin.Gora hejmar ev çend roj berdewam dikir.Gava ev kara xelas dibû şîv û şîranî çê dikirin.

Her kesêk qala berxike nêr dikirin.Ên cisin çe dihat şopandin,beli dikirin.Her malbat gora derfendên xwe,ji berku berî nezikbûna zivistana reş,li ser tedarikên xwe difikirîyan.Ev diketin nav hesibandinan, ka çiqes alif,ka ,cihe,çiqes hewcedarîyên van bi çi heye?

Koçeran berxikên nêr dikirin ber firotine.Tuccar zozan bi zozan digerîyan,dibûn xadan kirîne.xadanpezan,ên ji bo hewcedarîye xwe vediqendandin,ên din didan ber firotine.Celep rêz bi rêz dihat hesibandin,heq ê kirandvan hebû ku,ji dehan yêke çirûg derbêxe!

Firotvan bi kirandvanda diketin nav hesaban,ên navber diketin nav herduyan,li ser bihaye çûta berxan diketin nav gotinan.“Lo bê ev fîyata li şûneye“, firotvan: „na lo te lînge mala min firand ev fîyata çê na be!“

Di dûra cîran diketin nav van bi destê van digirtin:“Bi xêr be,bi xêr be“ diqirîyan destê van ên bi hevda girêdayî dihêjandin.Paşe li ser bihaya çûta berx li hev dihatin.Firotvan Digot :“tu lê xêre bibînî“ Kirandvan bersiv dida:“Tu jî li kêsika xwe Xêre lê bibînî“ digot û ajalên xwe didan pêş xwe berve jêr ji bo firotine dibirin.

Gundî yan jî koçeran li paş firotina berxikan,kêmasîyen xwe tedarik,pê ka,û alifên pez dikirîyan.Vê care pezên pîr,kal,û kulek vediqandin dibirin li bajar difirûtandin goştvanan.

Lê paşe li payîze barkirina malan ber ve gundan, û jîyana her demsalî berdevam dikir/dike.

Paş şera qewimî,derketina zozanan hat qedexekirin.Ên ku para xwe li vî dîmen girtî jî Gund ê  me Kurmeşan e.

Gava li zozan êvarî pez dihat ber bêrî van qala hev dikirin ka kîjan gundî çikirîye.Bi rastî ev çiqes raste rast, rastîye êrîş,zilm û zorderîye  nebûn jî, îndirek ji alîye aborî de hatin dorpêçkirin,bi zanistî mîna deverên kurdan bi giştî,ev bi vî alî fetisandin.

Hêdi  hêdî li paş pûçkirina milîtarîst ê dozdeh îlon,di serî de çend kes,salen serî notî de qor bi qor çîyayên,zozanen xwe , arên xwe bi ser de gunden xwe terikandin.Koçer ên zozanan  bûn penaber,pijiqîyan dewletên biyanî.

Li welatên Ewropa ketin bin zilmekî bi avayakî din.Di serî de xeribî, zimannezanî,mercên giran,bürokrasîya ku em lê biyanibun raste tiştên din jî bûn.Dîsa bi lêztir di demekî kin de  adaptasîyonek pêk hat.Zor û zahmetîye ku hatibû jîyandin,lêztir hat ji bîrkirin.

Ji me penaberan de du rê hat nîşandin.Yek rîya qebûlkirina şert û mercên van, yan jî veger.

Lê rîya yektir tu rê li ber van/me namayîbû.Em li vir bicîh bûn.Pereyên Sosyalê ket berên hinek koçeran,dilên van hişkkir.

Hinek ji ji mirovatîya xwe derketin.Tekilîyen xwe bi civaka xwe de qutkirin.

Hinekan jî xwe bi bazirganîye de nasanîn.

 Zêdeyî goçberên ,gundîyen me mina min got bi bürokrasîye,aborîye de heşir neşir bûn.Zimanên vî dewletê de zû alimîn.

Bun xadan mal, xadan dikan.

Lê ji ber ku nas û merîyen pirr kesî bi salan berî li vir di kargêhan de dixebitîn û bi cîh bûbûn,alîkarîya van jî ji gundîyen xwe de çê bû.

Îroj bi salane pirranîya van xadan dikanên Dönerê ye.

Berî si salî ên ku di dest de bi hebrînge live dibirandin,bi firitina berx û livê qezenc le tikirin,îroj di dest de kêra döner,dönerê dibirin kêsika xwe tijî dikin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gotina min eve ku helbet,qezençkirin mafe her kesîye.Gava perê berîyan tijî bike,bila vijdanû dile me vala,me bê îman mehêlîne.

 

 

 

 

Pêwîste me ji dîrok,civak li bûyerên ku me eleqedar dike ji dûr nêxe.

 

 

 

Dîsa ev hewce vî dewlemendîya aborî bikin  dewlemendîya çand,xadan derketina pirsgirêken me giştîyan,bibin xadan rêxistin.

 

 

 

Silav û rêz.  14.02.20010

 

 

Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.