Amojin Ato Li Sêvrage
Sal 1978.Gundîyen me ên xadan pez,ji ber ku zivistana pêş bi erzanî derbas bikin,berê xwe dayibûn ser Rîya Sêvrage. Lê ev goçberbûyîn ji du sedeman pêk hatibû.Yêk ev bû ku, gora bîstin û dîtinan li vî heremî zivistan qet çênabe, yan jî bi nermî derbas dibe.Sedema duyemîn ev bû ku, alifkirin a pez, gîya, li vir zaf zêde û bi erzanî bû !!!.
Lê hesibandina li mal bi bajêrva hevdu negirtibû.
Ji xwe Kurmeşan ji her alîda bi hevra diketin/dikevin berebezîye.Loma Cirangundîye me Sêvkaran, ji bo me Kurmeşan çend gotin bi ziman kiribûn. Şivanen Sêvkaran xwe didan ser qozix û bi hêrsî bangdikirin:
-Em sibê ji cîhe radibin mêz dikin Kurmeşan xanîye xwe mina apartman daynîne ser hev.Ser xanîyên xwe çatîdikin.Ji bo çi em nekarin diwareke bi serhevdin?Van vî peran li kuderî dibînin? Ez di k….. vana Kurmeşan nim looooo !!!
Sêvkaran ji sosretmayînen xwe ne bêheq bûn.Mina min li jor anî ziman em hinjî mixabin bi vî rewşîdane. Ez dixwazim disa bi nîşan bikim ku, alîye me ên pêşketî di nav gunden derdor da bi mînak tê nîşan dayîn.Di Şîn û Şahîyanda hevgirtin,piştgirtin,destdirêjkirin ji bo alîkariye xadîxizanan, xadîderketin û jîyandin ji bo kevneşopîyen, parastina çand da taybentmendîya xwe derdiket/derdikeve pêş.Ez dikarim ev alîyen erêni berhev bi rêz bikim.Ev hevc nake ez dirêj bikim.
Ji ber ku em gundî bûn,alîye me en nerênî jî hebû/heye.Lê ev alîya neyînî,bandora xwe li hember taybentbentmendîya me ê çêker ne xûya dikir/dike.
Ez dixwazim disa derbase mijara xwe bibim.Bi qesî tê bîra min gundîyen me payîza sala 1977 cara yekemîn diçin Sêvrag navçeya Riha ye (Urfa). Cara sifte ev raste tiştekî cuda nehatine.Ev sala bi gora demsalî bi xezayî derbas dibe.Li bahare, berê xwe dayîne Çîyayê Munzur.Di nav va gundîyan da malbata me jî hebû.Ez li cem kal û pîr mayîbûm.Bi rasti sala duyemin dibe sedema pir bûyeran.Li vir zivistana vî Sali bi sermayî,xizanîyekî bê hempa derbas bûye.Lê ev bi çûyîna xwe ê duyemîn poşman bûn.Neçar mayîbûn.Ne av ji bo vexarin,ne jî ji bo paxişkirine hebû.Cîhe ku lê diman bi gîştî du odeyan pêk hatîbûye.Hêdî hêdi nexwaşî peyda buyîbû.Gundîyan zorahî-tengasîya bi vî alî tu caran ne jîyani kiribûn.Rewş berve xirab û xizanîyeke diçûye.
Herem ê ku lê wargêh lê bû, ti bin desthilatdarîya eşîre Bucaxan ev jî di navber eşîren dîn da lihevdixestinedan bûn.Heta sibeh li ser hev gulebaran dikirin.Vî demî li zanistîye netewî di nav gel hîn nu li herem geşebuyibû.Ji ber ku li vir du hêz derketibû hole.Yek hêze Bucaxan ên din jî hêze Kurden bi rêxistin bûyîbûn.Ev şer hîn îroj jî berdevam dike.Her roj pêvçûyîn di nav her du alîyan dimeşîya.Gundîye me li gundî mîna gunde Geboz dihat bi nav kirin ev jî di bin pişkînane Xalit ağa da bû.Pêşeroje gundiyan qedere van di navbêr her du lêven Xalit ağa da bû.Van li hev dipirsîyan çava van şaştîyekî bi vî rengî ji bav û kaliken xwe virda tu caran çenekiribûn.Gora axaftinen runiştvanen vi deverî zivistanekî bi vî şiklî evqas berf di jîyanen xweda neditîbûn.Va bibe tene bêbextîyekî mezine.!!!Di nav gundîyan Malbata Hacko-Ato jî hebû. Va bêbextîya amojin Ato bêzar kiriye.Amojin Ato careke li nav ode hunde dibe! Diya min berve çadirî pez diçe .Ev dengekî dibihîze û bere xwe dide vir.Le dinêre ku Ato (Altûnîg) bi xwexwera dipêyîve û dibêje .:
-Anacığım Kurn (yemlik) Sattıx qurtaremedıx, Kavır sattıx, Bızın sattıx gine qurtarmedıx.Aha bu rezil memlekete geldix.Maf oldix anaciğım.Bir terefte Rışıkler ,dıger terefte bu eşşekler bizı mahvêttiler anacıxım! Dîyamin ji xwere dibêje û difikire vî aqil hundekirîye! Û bang dike:-Ato tu bi kêva dixebitî? kî li cem te ye! Ato hîşyar dibe bi avayekî şermok dibêje:
-Vî….. qurban te gihîştî bist? Min xast ji dayike xwe da nameyekî bişînim.Tu nezanî zimane mektûban bi Tirkîye! Min jî bi dayike xwe da kane eze çava binivîsim ji berku ceribîm.
Bi vî avayî ev zivistanekî tûj derbas dikin.Û Li bahare dîsa berî xwe didin çîyayî Munzure.Care kî şûnda nanêrin.Ez dixwazim bêjim Amojin Ato te “ Kurn“ firot di nav zoratiyeda disa li ser axa kalikan jîyana xwe domand.Em mina zaroken te ên axa xwe terkkirine tiştek me ji bo firotine nemaye! Em bi taybet ên li Ewrope li mirovatîye derketine.Va jî xwe rexnekirineki ji bo me Kurmeşane. Silav û rêz.Ismet Bangus, 23.11.2008