Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

XIDKO Û USO (Şiir)

Herdu mina bira bûn,li hebûn û tunebûne

Xarin vexarin bi hewra, dixwarin xarina Germerûne

Van dixwast hewaltiya  xwe, dûr û dirêj bimîne,

Lê car caran dixapeyn, ji ber ku ev gundîne.
 
 Di şewda Ûso rabû,naxir û golik berda,
Heta rûnî çe nebû, xwe li Qozix“e yan da,
Paşe hêzing topkir; arekî bi tîn dada
Lûlik derxist tijî titûn kir, dûman bi sera berda.
 
Çixina xwe vekir têda nan, nana bi çolik,
Li kevîye boç dihêjand, vîjî dixwast parîyek,
Ûso ço rakir û got „hoşto tiştî çilek!“
Kûzeyî û revîya; kûtkekî devreş û belek.
 
Bernîvro dakire jêr bizin û golik, ji berku Êm bidoşe,
Xidko li benda Vî bû, ji kêyfan bûye çarkoşe,
Bi hewra bizin û golik ajotine nav hêvşe,
Bi hewra emcartin, hejmare bizinan bîst û şeş e.
 
Xidko ev dawet kir got “De vare em bilêyzin vaî te êvare“
Loma ev dera  xwaş hûnike, herin binî dare,
Sîya darê Tûye, pirr xwaş û pirr sare
Hîn jî her der hêşîn, gîya mîna sala bahare.
 
Xidko ji berîya xwe derxist destek xeta Pîştî
Bi kêyf lîstin heta, sî li ser van kişî,
Ûso pirsî: „Ka em bi çi bilêyzin tu tebîzî?“
„Bi Girike(*) elbet çima tu nezanî?“
 
Xidko lîstik vi serxist,go : „Bîne Girike Uso!“
Nanî bi tisî nadim te! Zikteşt û fiso!
Xidko got:“Lo çima min li ser te xist ev heqê mine zirto!“
Bi hewra dengkirin, dengê van geşt berderi xanî Bido
 
Êm li baxçe hat, hêrsî got:“ Hûn qet şermnakin!“
Pirçê kûna ve spîye, hûn li tişt famnakin?
Zerzevat gîştî hişk bû hûn çima narin avnadin?
Birayên hev serguhe xwe, tu caran li hev banadin!
 
 
(*)Girik=Xarinekî li herem zef girîng bû.Amadekirin jî bê zahmete.Nav ava kelî nav tencik, ard hêdî hêdî dihat berdan.Ev tewdidan,dikelandin.Ev dihat asta nivhevîr.Paşe dirêjandin ser tasekî mezin.Li ser mast de tewlêkirin.Biserda rûn ê pez dişewitandin û li ser dikirin.Bi efîyet dihat xarin!.
 
Ismet Bangus,10.02.2009