Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

NEXŞEYA RE

 Va rojen dawî di pêvajoye Tirkîye de pirsgirêk yan jî tengezarîya Kurd tê niqaşkirin.Paş demek dirêj di nav rayader,çapemenî û serfermandarîye Tirk de te şîrovekirin ji bo me  bi taybetî Kurdan bi giştî jî gelên Tirkîye zef balkêşe.

 Lê mîna te zanîn avakirina aştî bi hewldayîne alîyekî  tu caran bi cîh nabe.

 Bi salane xwîn dirije,mîrov di şerekî bê wateda jîyan,cîvak hevîyen xwe hunde dike.

Li aliye din aborî xera dibe,rantxarîyek mezin peyda bûye,ekolojî xezaye me pûçdibe.

i gotinek serokkomar Gül „Li ser pirsgirêka Kurd tişten baş ê biqevime“ virva, di nav sazîyen Tirk de  ji  ber ku çareserîyek pêk vare pirr tişt hate gotin.

Artêşa Tirk di vî demî de bê navber operasyonen tunekirine  berdavam kir.Bi dehan leşker û şervan jîyana xwe hundekirin.

 

Rêveberen Kurd gotinen rayedaren Tirkan mîna ne cidî dinirxînin.Mîna te zanîn serokvezîr Erdogan, xastinek hevdîtine ji aliye DTP qebûl nekir.Ji ber ku Kurd Nêzikbûna dewletê de bi fikarin.DTP`yî dibêjin „ eger diyalogek û di dilde çareserîyek vare xastin em jî alîyekin ,bi xezayî gerek ev bi mera têkevin tekîlîyek.Em bi rîya demokrasî hatin hilbijartin,û  dîtina me eve ku cîye çareserkirina pirsgirêk Parlementoye.Hewce hûn me mixatap bigirin“

 

Dîsa  li alîye din te gotin AKP bi veşartî tekilîyek bi Imralîye de çekiriye.Tê hêvîkirin heta roja 15.tebaxe ji alîye Öcalan va Rexşeyekî Rê vare amadekirin.Ez baverim hin gav ê vare avêtin.Ji ber ku  dewlet bi xwe jî bi lêv kir ku,bi rîya leşkerî va pirsgirêk nê çareserbûyîn.Li vir têgihiştinek erênî heye.

Em zanin ku ên bi salane di bin sîya şera qirêjda rantxarîne afira van ê qut bibe!

Ji ber ku rojen dawî dîsa kuştinen gundîyan  pêk tînin.

 

Pirsgirêka Kurd serekê pirsgirêka  Tirkîye ev jî  pirsgirêkek bi tewayî di nav ciwat û sazîyan derxistîye hole.

Li girtîgêhan rewş gor 12. Îlone xeratire.Girtîgêh bûye cîhen nexweşîyan.Girtî nên dermankirin,en temanen van nemayî  di hundir de dimirin.Ên bi navê Ergenekon ten darizandin li nixaşxanen mîna hotelen 5 stêrk  ten nîvankirin.Zaroken bi hinceta  sîyasî tijîye hundir kirine û ne darizandin.Jinen Kurd raste tacîz û tecavûzan ten.

 

Ka emê paş çend rojan bibînin,evê xûya be disa lîstikek heye yan jî na!

 

**********************************************************************************

Iroj Xal Mehmet Yilmaz e mailek ji mindra bi rê kiriye.Apê mehmet Ji Rexşeya gund derxistîye,û gotîye „Ez zanim li derxistina rexşeyê û bi navkirina heremên gund kêmasî ye min heye.ez dizanim“di dûra xastinek hevkarî ji bo binavkirine cîhe derdore gund anîye ziman.Ez bi ser nave xwe pirr kêfxaş bûm.Va kara karekî bi rûmete û tiştekî hêjaye.Ez ape Mehmet pîroz dikim.

 

  bi navkirin cîhen gund ji alîye fonetîka Kurd kêmasî çebûye.Ez baverim va bi zanistî nebûye.Mina bersivdayîn ê min ji ape mehmet,di vî alîye de ez dikarim alîkarîya ji bo serrastkirina naven orijîn de cîhbigirim.Mînak em nikarin mîna „Paş Goman’ wek ‘’Baş Goman’ bi nav bikin.Yan jî „ Kanî „ wek „gani“ binivîsînin.

Silaw.Îsmet Bangûs