Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Îslam û Demokrasî di Rojhilata Navîn de

Nezma nû ya cîhanî û pirsa aştiya bê demokrasî di gelek welatên Rojhilata Navîn de pêdviyeke zor bi nûbûn guherandin di nav wan welatan de, bûye egera vê yekê ku gelek rexnegir û rewşenbîr pêtir li ser hikûmeta van welatane bifikirin û li ser van welatane dîtinên xwe bidine diyar kirin.


Pêkanîna guhertinên civakî dikarê welatên Rojhilata Navîn di nava dinyaya nûjen û pêşketî de beşdar biket. Pêkanîna van guhertinan û ya cîgirkirina demokrasiyê pêwîstî bi destnîşankirina du xalan e: Yek, rewşa Jinan. Du, Vejandina ala Îslamê. Her core reformek hevceyî vê hindê ye ku pirsgirêkan bibe astekî ramyarî û herweha dibe navenda arîşe û kêşeyê vejandina Îslamî. Guhertina rewşa jinan di civakan de û li berçavgirtina zulm û zorên ku hegera berfirehbûna wan ku pir girîng e, şertê sereke yê avedankirina vê civakê ye ku hurmeta mafên mirovan, serbestiya bingehîn û demokrasiyê biparêze. Serbestiya jinan û demokrasî li bi hev re nizîk in û her du daxwazên hevpişk wek serbestî(medenî û takekesî)ya mafên mirov, rastî, şerafet, tibatî, serxwebûn, parvekirina desthilatê, azadiya peloralîzmê dişopînin. Daxwaza afirandina xwîndina Femînîstî ji dîrokê bang biket. Serbestiya partiyan û gelên ku kêmtir di nav qada siyasî de başdar in, encama azadiya jinan e.

  Renge nebûna demokrasiyeke hevpişk di piraniya welatên Rojhilata Navîn de heta qasekê pişikdariya kêmreng ya jinan di siyasetê de şirove biket.Hevpişk nebûna jinan di siyasetê de sedem û hegerên cur be cur hene. Dema jin hewil dide ku di siyasetên civakên paremayî, eşîretî û kilasîk de beşdar be, dê astengên yekcar zor hebin.Îro em dibînin ku jinan pişikdariyeke kêm di nava siyasetê de heye, hegera vê yekê jî eva ye ku jin di warên civakî û aborî de paşketî mane. Her çend ku jinan di warê perwerdeyî û warên din de rola xwe baş lîstiye, lê eva nebûye egera vê hindê ku di nav siyasetê de rolekî berçav hebît. Eva yasa nine ku li dijî mafên Jinan rawestaye, belkî paşvemana civakê yê bûye sedema pêpeskirina mafên jinan. Em dibînin ku di gelek civakan de yasayê maf bi jinan daye, lê ji ber ku civak bi xwe gelek paşve ma ye, nahêle ku yasa nehên bikar anîn. Ji jinan re sînorek diyarîkirî ye coxrafî nine ku ji boy wê herêmeke hilbijartinê destnîşan bikin.Jinan û bi taybet jinên berbijar dixwazin ku di kiryar û piraktîkê de wek mêran bin. Tenê bi berfirehkirina armancên demokrasiyê wekheviya jin û mêran avedan dibe. Bi awayekê ku pirsgirêkên wekî newekheviya malbatî, kontirol li ser aloziyên zayendî(cinsî), kontirola jinan li ser hikûmetê û bidestxistina wekhev ya çavkaniyên giştî, çareser diket.Bi rastî di Rojhilata Navîn de demokrasî dê bibe pirek di navbera warên giştî û taybetî de. Di nav civakên ku jin û mêr bi hev re cuda ne, siyaset qadek e ku ji mêran re tê hesibandin. Di xwîndinekê de ku Navenda Xwîndinên Stratejîk di warê jin û demokrasiyê di welatê Urdonê de hatiye çapkirin, sedê heşt ya jinan li ser wê bîr û ramanê bûn ku mêr kesayetiyekî ramyarî ya çêtir heye û mêr dîplomateke bihêz e. Pirsa civakîkirina jinan bi awayekê hatiye têgihîştin ku jin siyasetê bi tiştekî cîhanî dizane. Di Rojhilata Navîn de jin bi curekê hatiye perwerde kirin ku bi bindestî û kêmasiyên xwe, bawerî hebe. Jin di Rojhilata Navîn de li ser vê bîr û ramanê ye ku ola Îslamê jin ji siyasetê qedexe yan berbend kirine ku diayîna rastînya Îslamîde ev tişte çi nine.

Jiyana mêr ji ya jinê aqilmendtir û bihêztir e û dikare di siyasetê de serkevtîtir pişikdar be. Piraniya jinan li ser vê baweriyê ne ku jin îhsasî û mêr eqlanî ye. Piraniya van dibêjin ku naxwazin endamê çi partiyekê bin û çi hezkirinek ninin ku alîgirê partiyekê bin, heya jinên xwendevan jî li ser vê baweriyê ne. Vê demê em dibînin ku di Rojhilata Navîn de jinê xebat û hewleke zor daye li ser pêkanîna hindek yasayan derheq bi perwerde û şareza kirina jinan, jordebirina zaniyariya siyasî ya jinan, wekhevbûna jin û mêran, baştirkirina mafê jinan li nav yasaya medenî.
Du bizavên giştî di warê xebata jinan de heye: Yek, bizava Sekolar. Du, bizava Îslamî. Femînîstên sekolar daxwaza demokrasiyekî Rojavayî dikin, lê Femînîstên Îslamî bîr û ramanên daxwaza xwe di çarçoveya peyvîneke Îslamî de didine diyar kirin. Piraniya rexnegir dixwazin ku Îslam di çarçoveya Îslameka Lîberal de bihêt şirove û lêkolîn kirin, ji ber ku ev rexnegir dibêjin ku hinek tefsîr û şiroveyên ola Îslamî li dijî Îslamê ne. Gotara Îslamî ya Lîberal di gel dijberatiya Îslama dewletî rû bi rû bûye. Bihevrebûna xebata jin û mêran ji hewcehiyên here girîng yên civaka îro ne. Bê guman nebûna jinê çi di karê aborî, ramyarî, çandî, civakî û gişt karên din de xesarek gelek zaf ji leşê civakê dide û nivîşkan bûna wî leşî nîşan dide û cudahiya zor di navbera civakên welatên Rojhilat û Rojavayê de vî tiştî baş dide barçavê me.
Berhevkirin: Fadiye FakirWergerandin: Hîwa ji Urmiyê